
Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Kanuna Paşiyê de bi kêmanî 16 jin û 4 zarok kuştine.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 49 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 12 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 10 jin tacîz kirine. Her weha mêran di meha Kanuna Paşiyê de 157 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Saziyên çapemeniyê di meha Kanuna Paşiyê de ji bo mirinên 39 jinan û 14 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Ji bo hemû raporên tûndkariya mêran yên bianetê bitikîne
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Agirî (1), Aksaray (1), Antalya (1), Dîlok (1), Aydin (1), Balıkesir (1), Êlih (1), Burdur (3), Çorum (1), Denizli (2), Colemêrg (1), İzmir (2), Karabuk (2), Kutahya (1), Meletî (1), Manisa (2), Mêrdîn (2), Mugla (4), Nevşehir (2), Ordu (2), Sakarya (1), Samsun (1), Sêrt (1), Sinop (1), Tekirdag (1), Riha (1), Zonguldak (1)
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Aksaray (1), Antalya (2), Hatay (1), İzmir (1), Kayseri (3), Kutahya (1), Manisa (1), Mêrdin (3), Sêrt (1)
Kuştin
Mêran di meha Kanuna Paşiyê de bi kêmanî 16 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 28 bû. Tevî biryara jêdûrxistinê mêran du jin kuştin.
Jinên ku mêran ew di Kanuna Paşiyê de kuştin
Durdona Khokimova, Esra M., Fatma Demircan, Gözde Akbaba, Helin K., İsmihan T., Mihriban Yılmaz, Nida T., Nora Dzuliashvili, Pınar K., Rukiye Ç., Satı B., Songül C., Süheyla Ö., Sümeyya K.A., Ülker K.
Bajarên ku mêran ew lê kuştin
Ankara (2), Antalya (3), Bartın (1), Çorum (1), İstanbul (2), İzmir (2), Konya (2), Mêrdin (2), Manisa (1)
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 5 jin kuştin e. Her weha çapemeniyê “hêcata” kuştina 11 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 10 jin kuştine. Endamên malbatê yên weke bav/kur 5 jin kuştine. Jinekê zavayê wê ew kuştiye.
Mêran 11 jin li nava malan, 4 jin jî li qadên derveyî malan kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran jinekê li kîderê kuştiye.
Mêran bi çekên guleber 11 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 2 jin kuştine. Mêran du jin bi fetisandinê û jinekê bi lêdanê kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 25 faîl hebûn ku jin kuştine. 12 faîl hatin girtin. 6 faîlan xwe kuştin. 5 faîl hatın desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî a du faîlan nenivîsiye.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Kanuna Paşiyê de herî kêm 4 zarok kuştin. Ev hejmar par di heman mehê de 4 bû.
Sê zarok bavê wan ew kuştiye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku zarokekê kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran bi çekên guleber sê zarok û zarokek jî bi amûra birînê kuştine.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Adana (3), Antalya (1)
Zarokên ku mêran ew kuştine
Sena C., Muhammed Y., Ada A. Mert A.
Pêvajoya hiqûqî
3 faîl hebûn ku zarok kuştine. 2 Faî hatin girtin, Faîlek xwe kuşt.
Tacîz
Mêran di meha Kanûna Pêşiya 2026an de herî kêm tacîz li 10 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 11 bû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxane tacîz li jinan kirine.
Jinekê seyaq, jinekê hîndekar, jinekê rêwiyek ew tacîz kir.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku tacîz li 7 jinan kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Aksaray (1), Antalya (1), Balıkesir (1), Bolu (1), Xarpêt (2), Stenbol (1), İzmir (1), Kocaeli (1), Sakarya (1)
Pêvajoya hiqûqî
11 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Derbarê 6 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin, sê faîl hatin desteserkirin. Faîlek bi şertê kontrola edlî serbest bû. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî a faîlek nenivîsiye.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Kanuna Paşiyê de îstîsmar bi kêmanî li 12 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 13 bû.
Mêran li qadên derveyî malan yên weke dibistan û qursa qur’anê îstismar li 10 zarokan kirin. Li nava malan jî îstismar li du zarokan kirine.
Du zarok dersdêrê wan, du zarok destgirtiyê wan, zarokek bavê wê, zarokek patronê wê, zarokek rojnamegerekî ew îstismar kir. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku herî kêm 5 zarok îstismar kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Balıkesir (1), Êlih (1), Bolu (1), Bursa (1), Isparta (1), İstanbul (1), İzmir (1), Sakarya (1), Samsun (1), Sêwas (1), Riha (1), Uşak (1)
Pajêvoya hiqûqî
14 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. 4 faîl hatin girtin. 5 faîl hatin desteserkirin. Derbarê 2 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî a du faîlan nenivîsiye û ya faîlek weke “reviye” nivîsiye.
Êrîşa zayendî / Tecawiz
Di meha Kanûna Pêşiya 2026an de çapemeniyê tu buyerên êrişa zayendî nenivîsiye. Ev nayê wê wateyê ku tu bûyer neqewimîye.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Kanuna Paşiyê de bi kêmanî 49 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 39 bû.
Herî kêm 4 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê. Di nav mêrên ku tûndkarî li jinan kirine de polîs û dadger jî hene.
Bi kêmanî 31 jin hevjîn, hevjînê berê û destgirtiyê wan ew birîndar kirine. Jinekê dadger, jinekê cîranê wê, jinekê hevalê wê yê kar ew birîndar kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku herî kêm 15 jin birîndar kirine nas e an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 25 jin birîndar kirin. Mêran jinekê ji ber xespê birîndar kirine. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 23 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 39 jinan xistin û birîndar kirin. 3 jin bi çekên guleber birîndar kirin. Her weha 2 jin bi amûrên birînê birîndar kirine. Mêran du jin bi şewitandinê birîndar kiriye. Jinekê bi wesayîtê birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran du jin bi çi / çawa birîndar kiriye.
Mêran li nava malan 27 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 20 jin birîndar kirin.Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran du jin li kîderê birîndar kirine.
Bajarên ku mêran tûndkarî lê li jinan kirine
Adana (4), Ankara (3), Dîlok (3), Aydın (1), Balıkesir (1), Bursa (2), Edirne (19), İstanbul (6), İzmir (1), Karabük (1), Kayseri (1), Manisa (1), Mêrdîn (1), Samsun (3), Tekirdag (7)
Pêvajoya hiqûqî
49 faîl hebûn ku jin birîndar kirine. Tenê 8 faîl hatin girtin. Derbarê 30 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 4 kes hatine desteserkirin. Faîlek xwe kuşt. Derbarê faîlek de biryara jêdûrxistinê hat dayîn. Çapemeniyê ji bo rewşa faîlek gotiye “reviye” û ji bo rewşa 4 faîlan jî tiştek nenivîsiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Kanuna Paşiyê de bi kêmanî 157 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 61 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn. Ji wan 17 jin welatiyên Tirkiyeyê nebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Adana (12), Adıyaman (3), Ankara (2), Antalya (4), Çanakkale (6), Eskişehir (15), İstanbul (7), İzmir (28), Kars (21), Kayseri (19), Kocaeli (6), Manisa (3), Maraş (19), Sakarya (12).
Pêvajoya hiqûqî
105 faîl hebûn. Ji wan 71 hatin girtin. 34 faîl hatin desteserkirin.







