
Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Îlonê de bi kêmanî 27 jin kuştin. Mêran, herî kêm 4 mêrên ku li gel jinan bûn jî kuştin.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 52 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 19 zarokên keç û kur kirin, bi kêmanî 28 jin tacîz kirin. Her weha mêran di meha Îlonê de 26 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Mêran di heşt mehên destpêkê ên sala 2026an de 222 jin kuştin.
Saziyên çapemeniyê di meha Îlonê de ji bo mirinên 31 jinan û 14 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Ji bo hemû raporên tûndkariya mêran yên bianetê bitikîne
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Semsûr (2), Aksaray (1), Amasya (1), Dîlok (2), Aydin (2), Bolu (1), Bursa (1), Çorum (1), Edirne (1), Eskişehir (1), Stenbol (1), Karaman (2), Kastamonu (1), Kayseri (1), Kırşehir (1), Kütahya (1), Malatya (1), Manisa (3), Mersin (1), Muğla (3), Ordu (1), Riha (2).
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Semsûr (1), Aydın (1), Colemêrg (1), İzmir (1), Konya (1), Mêrdîn (1), Mugla (2), Samsun (1), Riha (4), Wan (1).
Daneyên Tundkariya Mêran 2026-2024
Di neh mehên destpêkê ên sala 2026an de mêran, 222 jin kuştin, tacîz li 160 jinan kirin, 175 zarok îstîsmar kirin, tundkarî li 447 jinan kirin, tecawiz li 9 jinan kirin. Mêran bi kêmanî 871 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Çapemeniyê ji bo mirina 372 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 17 zarok kuştine.
Di neh mehên destpêkê ên sala 2025an de mêran, 224 jin kuştin, tacîz li 164 jinan kirin, 169 zarok îstîsmar kirin, tundkarî li 561 jinan kirin, tecawiz li 8 jinan kirin. Mêran bi kêmanî 805 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Çapemeniyê ji bo mirina 347 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 51 zarok kuştin.
Di neh mehên destpêkê ên sala 2024an de mêran, 278 jin kuştin, tacîz li 60 jinan kirin, 117 zarok îstîsmar kirin, tundkarî li 443 jinan kirin, tecawiz li 11 jinan kirin. Bi kêmanî 327 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Çapemeniyê ji bo mirina 211 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 32 zarok kuştin.
Kuştin
Mêran di meha Îlonê de bi kêmanî 27 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 24 bû.
Jinên ku mêran ew di Îlonê de kuştin
Ayfer Ç., Ayşe K., Ayşe Pabuccu, Ayşegül C., Ayşegül Yaşar, Berfin Zelal Kaya, Betül A., Buse A.G., Cemile Engel, Didar F., Dilek B., Emine Ç., Fadime S., Fadime Ü., Fatma Çiğil, Gül T., Hasret E., Hayriye Ü., İpek İ., Kezban Kabukçu, Merve K., N.K., Nalan Temelkıran, Narin S., Nursel Akyol, Seher G., Yasemin Yanık.
Bajarên ku mêran jin lê kuştin
Adana (1), Dîlok (1), Ankara (1), Antalya (2), Êlih (1), Çorum (1), Denizli (1), Amed (2), Xarpêt (1), Hatay (1), Isparta (1), Stenbol (1), Konya (1), Kocaeli (1), Kutahya (1), Manisa (2), Mereş (1), Mersin (1), Mugla (1), Osmaniye (2), Sakarya (2), Tekirdag (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 9 jin kuştin. Jinekê jî ji ber xespê kuştin.
Her weha çapemeniyê “hêcata” kuştina 17 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 21 jin kuştine. Endamên malbatê yên weke bav/kur, nevî 2 jin kuştin. Jinekê destgirtiyê keça wê yê berê, jinekê cîranê wê û jinekê jî diz ew kuşt.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku jinekê kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran 12 jin li nava malan, 15 jin jî li qadên derveyî malan kuştine. Mêran bi çekên guleber 16 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 6 jin kuştine. Mêran 2 jin bi fetisandinê, jinekê jî bi şewitandinê kuştin.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 31 faîl hebûn ku jin kuştine. 21 faîl hatin girtin, 7 faîlan xwe kuştin. 3 faîl serbest bû.
Kuştina Zarokan
Mêran di Îlonê de du zarok kuştin. Par di heman mehê de ev hejmar 9 bû.
Bavê zarokan ew kuştin. Her du zarok jî bi çekên guleber hatin kuştin.
Navên zarokên ku mêran ew kuştine
Efnan, Muhammed P.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Êlih (2)
Pêvajoya hiqûqî
Faîlek hebû û wî jî xwe kuşt.
Tacîz
Mêran di meha Îlona 2026an de herî kêm tacîz li 28 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 10 bû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxane tacîz li 27 jinan kirin. Mêran li nava malê jinekê tacîz kir.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Enqere (4), Antalya (7), Aydin (1), Eskişehir (1), Stenbol (4), Mugla (2), Ordu (1), Samsun (1), Sakarya (2), Zonguldak (1). Çapemeniyê 4 bajar nenivîsiye.
Pêvajoya hiqûqî
21 faîl hebûn ku jin tacîz kirin. 9 faîl hatin girtin û derbarê 2 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Pêvajoya hiqûqî ya du faîlan didome. Du faîl hatin desteserkirin. Du faîl serbest bû. Faîlek bi şertê kontrola edlî serbest bû. Faîlek birin nexweşxaneyê. Faîlek ji wezîfeyê hat girtin.
Êrişa zayendî / Tecawiz
Di Îlonê de mêran tecawiz li sê jinan kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 1 bû.
Jinekê mêrê wê tecawiz lê kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 7 mêrên ku tecawiz li du jinan kirine kî ne.
Mêran li nava malan tecawiz li jinekê û li derveyê malan li du jinan kirine.
Bajarê ku tecawiz lê pêk hatiye
Antalya (1), Samsun (1), İzmir (1).
Pêvajoya Hiqûqî
8 faîl hebûn ku tecawiz li jinan kirine. 2 faîl hatin desteserkirin. Derbarê 6 faîlan de biryara girtinê hat dayîn.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Îlonê de îstîsmar bi kêmanî li 19 zarokên keç û kur kirin. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 18 bû.
Zarokek bavê wê, zarokek dersdêrê wê ew îstismar kirine.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku herî kêm 17 zarok îstismar kirine nas e an ne nas e.
Mêran li nava malan îstismar li zarokek û li derveyê malan li 18 zarokan kirin.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Dîlok (1), Antalya (1), Bartın (1), Çanakkale (2), Amed (1), Eskişehir (2), İstanbul (3), Konya (1), Samsun (2), Sêwas (1), Tekirdag (2), Zonguldak (2).
Pajêvoya hiqûqî
14 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. 17 faîl hatin girtin. 4 faîl hatin desteserkirin. Faîlek revî. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 4 faîlan nenivîsiye.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Îlonê de bi kêmanî 52 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 71 bû.
Herî kêm 6 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê. Bi kêmanî 52 jin hevjîn, hevjînê berê û destgirtiyê wan ew birîndar kirine. 8 jin xizmên wan û du jin cîranê wan ew birîndar kirin.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku herî kêm 9 jin birîndar kirine nas e an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 2 jin birîndar kirin. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 50 jinan nenivîsiye.
Mêran herî kêm 5 jin bi çekên guleber birîndar kirin. Her weha 4 jin bi amûrên birînê birîndar kirine. Mêran 41 jin bi lêdanê birîndar kirine.
Mêran li nava malan 38 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 14 jin birîndar kirin.
Bajarên ku mêran tûndkarî lê li jinan kirine
Adana (2), Aksaray (1), Dîlok (1), Antalya (1), Bursa (3), Denizli (1), Edirne (19), Eskişehir (1), Isparta (1), Stenboll (6), Kayseri (1), Kocaeli (1), Kutahya (1), Manisa (2), Mêrdin (1), Mersin (1), Osmaniye (1), Samsun (4), Tokat (1), Riha (3)
Pêvajoya hiqûqî
54 faîl hebûn ku jin birîndar kirine. Tenê 15 faîl hatin girtin. Derbarê 26 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 11 kes hatine desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 2 faîlan nenivîsiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Îlonê de bi kêmanî 26 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 8 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Adana (11), Mugla (15)
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 25 faîlên mêr hebûn ku jin neçarî karkeriya seksê kirin. 15 faîl hatin girtin û 8 faîl hatin desteserkirin. Du faîl serbest bûn.







