Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Îlonê de bi kêmanî 24 jin û 9 zarok kuştine.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 71 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 8 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 10 jin tacîz kirine. Her weha mêran di meha Îlonê de 8 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Saziyên çapemeniyê di meha Îlonê de ji bo mirinên 39 jinan û 6 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Ji bo hemû raporên tûndkariya mêran yên bianetê bitikîne
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Ankara (1), Aydın (2), Bolu (1), Bursa (1), Denizli (1), Amed (1), Giresun (2), Karaman (1), Kastamonu (1), Kocaeli (1), Kutahya (1), Meletî (1), Mereş (1), Mêrdîn (1), Mersin (1), Muğla (2), Nevşehir (1), Niğde (1), Ordu (1), Sakarya (3), Samsun (3), Sinop (1), Trabzon (1), Riha (2), Yalova (1), Çorum (1) Stenbol (2), İzmir (2), Şirnex (1).
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Agirî (1), Ankara (2), Dîlok (1), Mêrdîn (1), Sinop (1)
Daneyên Tundkariya Mêran 2021-2025
Di neh mehên destpêkê yên 2025an de mêran, 224 jin kuştine, tacîz li 164 jinan kiriye, 169 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 561 jinan kiriye, tecawiz li 8 jinan kiriye. Bi kêmanî 805 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 347 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 51 zarok kuştine.
Di neh mehên destpêkê yên 2024an de mêran, 278 jin kuştine, tacîz li 60 jinan kiriye, 117 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 443 jinan kiriye, tecawiz li 11 jinan kiriye. Bi kêmanî 327 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 211 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 32 zarok kuştine.
Di neh mehên destpêkê yên 2023an de mêran, 247 jin kuştine, tacîz li 56 jinan kiriye, 97 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 578 jinan kiriye, tecawiz li 12 jinan kiriye. Bi kêmanî 254 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 190 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 18 zarok kuştine.
Di neh mehên destêpêk yên 2022an de mêran, 248 jin kuştine, tacîz li 118 jinan kiriye, 187 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 605 jinan kiriye, tecawiz li 25 jinan kiriye. Bi kêmanî 372 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 145 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 32 zarok kuştine.
Di neh mehên destêpêk yên 2021an de mêran, 234 jin kuştine, tacîz li 116 jinan kiriye, 111 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 617 jinan kiriye, tecawiz li 78 jinan kiriye. Bi kêmanî 507 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 170 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 25 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Îlonê de bi kêmanî 24 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 33 bû. Ji jinên ku mêran ew kuştine jê yek Ozbekistanî yek jî Fasî bû.
Jinên ku mêran ew di Îlonê de kuştin
Azime Ö., Ayşe K., Ayşegül Çankaya, Başak G., Bülbül Ö., Durgül S., Dursune B., Gülşah G., Elvin Karadeniz, Emine K., Fadik P., Fatma G., Gülşah K., Hafie G., Hanım Biçer, İpek Genç, Jawhara Aboucheikh, Kübra Karadeniz, Leyla Ş., Melek Kişen, Müesser Ü., Selin Angun, Zeynep M., Züleyha E.
Bajarên ku mêran ew lê kuştin
Afyon (3), Ankara (3), Antalya (1), Denizli (2), Hatay (1), Stenbol (2), İzmir (1), Kırşehir (2), Kocaeli (3), Muğla (1), Osmaniye (1), Samsun (2), Wan (1), Tekirdag(1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 6 jin kuştin e. Çapemeniyê “hêcata” kuştina 18 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 13 jin kuştine. 6 jin kur / neviyê wan ew kuştine. 2 jin zavayê wan ew kuştin e. Jinekê komek mêran ew kuştiye. Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêrê ku jinek kuştiye nas e an ne nas e. Her weha çawişê pispor jinekê kuştiye.
Mêran 14 jin li nava malan, 10 jin jî li qadên derveyî malan kuştine. Mêran bi çekên guleber 17 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 3 jin kuştine. Her weha mêran du jin jî bi lêdanê kuştine. Mêran jinekê jî bi fetisandinê kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 27 faîl hebûn ku jin kuştine. 22 faîl hatin girtin. Du faîl hatin desteserkirin. du faîlan xwe kuştin. Faîlek bi şertê kontrola edlî serbest bû.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Îlonê de herî kêm 9 zarok kuştin. Ev hejmar par di heman mehê de 1 bû.
Sê zarok bavê wan, sê zarok hevalê wan, zarokek destgirtiyê wê, zarokek zirbirayê wê û zarokek jî cîranê wê ew kuşt.
Mêran 3 zarok li nava malan 6 zarok jî li derveyî malan kuştine.
Mêran bi çekên guleber sê zarok, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 5 zarok kuştine. Mêran zarokek jî bi fetisandinê kuştiye.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Afyon (1), Ankara (1), Dîlok (1), Kocaeli (1), Meletî (1), Mersin (1), Nevşehir (1), Samsun (1), Zonguldak (1).
Zarokên ku mêran ew kuştine
Alperen K., Dilara Yıldırım, Emine K., F.A., Fatih Acacı, Havvanur A., Hiranur Nilgün A., İpek K., Remzi Anıl A.
Pêvajoya hiqûqî
11 faîl hebûn ku zarok kuştiye. 5 hatin girtin, 5 hatin desteserkirin û faîlek jî xwe kuşt.
Tacîz
Mêran di meha Îlona 2025an de herî kêm tacîz li 10 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 8 bû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û girtîgehê tacîz li 9 jinan kirine. Mêran li nava malan jinekê tacîz kirine.
Mêran wêneyê jinekê girtiye û ew tacîz kiriye. Mêran herî kêm 9 jin bi devkî û fîzîkî tacîz kiriye.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Agirî (1), Ankara (1), Stenbol (5), Kocaeli (2), Manisa (1)
Pêvajoya hiqûqî
8 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. 5 faîl hatin girtin, faîlek bi şertê kontrola edlî serbest bû. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan nenivîsiye.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Îlonê de îstîsmar bi kêmanî li 8 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 14 bû.
Çar zarok, endamên malbata wan ên mêr, zarokek dersdêrê wê, 3 zarok xebatkarê şaredariyê ew îstismar kirin.
Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka mêrên ku îstismar li herî kêm 2 zarokan kiriye nas e an ne nas e.
Mêran li qadên derveyî malê yên weke kolan, dibistan û avahiya şaredariyê îstismar kirin.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Edene (1), Dîlok (1), Antalya (1), Amed (1), Edirne (3), Eskişehir (1), Stenbol (1), Samsun (1).
Pajêvoya hiqûqî
8 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. 3 faîl hatin girtin. 3 faîl hatin desteserkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye. Biryara zindanîkirina li malê ji bo faîlek hate dayîn.
Êrîşa zayendî / Tecawiz
Di meha Îlona 2025an de mêran tecawiz jinekê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar sê bû.
Mêran li nava daristanê tecawiz li jinekê kiriye. Hevalê jinekê tecawiz li wê kiriye.
Bajarên mêran lê tecawizî jinan kiriye
Sakarya(1).
Pêvajoya hiqûqî
Faîlek hebû. Bi şertê kontrola edlî serbest bû.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Îlonê de bi kêmanî 71 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de jî ev hejmar 45 bû.
Herî kêm 6 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Bi kêmanî 36 jin hevjîn, hevjînê berê û destgirtiyê wan ew birîndar kirine. 9 jin endamên malbatê ên weke kur û bav ew birîndar kirine. Jinekê serokê komeleyê, jinekê du polîs, jinekê seyaq û du jin jî hevalê wan ew birîndar kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye ku mêrên ku herî kêm 20 jin birîndar kirine nas in an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 8 jin birîndar kirin. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 63 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 56 jinan xistin û birîndar kirin. 7 jin bi çekên guleber birîndar kirin. Her weha 6 jin bi amûrên birînê birîndar kirine. Mêran jinek şewitand û yek jî gaza bîberê lê reşand.
Mêran li nava malan 37 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 34 jin birîndar kirin.
Bajarên ku mêran tûndkarî li jinan kirine
Adana (3), Aksaray (1), Ankara (6), Antalya (1), Aydın (1), Êlih (1), Bursa (1), Denizli (1), Amed (1), Edirne (19), Eskişehir (2), Hatay (1), Kayseri (1), Kocaeli (1), Mereş (1), Mêrdin (1), Muğla (1), Mûş (1), Osmaniye (1), Rize (1), Sakarya (1), Samsun (3), Trabzon (1), Wan (1), Stenbol (17), İzmir (2).
Pêvajoya hiqûqî
73 faîlên ku jin birîndar kirine hebûn. Tenê 6 faîl hatin girtin. Derbarê 57 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 6 kes hatine desteserkirin. Faîlek serbest bû, yek revî û yekî jî xwe kuşt. Ji bo faîlek jî biryara jêdûrxistinê hate dayîn.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Îlonê de bi kêmanî 8 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 61 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn. Ji wan du jin welatiyê Tirkiyeyê nebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Stenbol(8)
Pêvajoya hiqûqî
2 faîl hebûn. Her du jî hatin girtin.
(EMK/AY)






