Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Hezîranê de bi kêmanî 34 jin û 3 zarok kuştin.
Saziyên çapemeniyê di meha Hezîranê de ji bo mirinên 29 jinan gotine “mirinên bigûman”.
Mêran di pênc mehên destpêkê yên salê de 193 jin kuştin.
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatin
Enqere (2), Antalya (1), Aydin (3), Eskişehir (1), Colemêrg (3), Stenbol (2), İzmir (1), Isparta (1), Kırklareli (1), Kocaeli (1), Konya (2), Manisa (1), Nevşehir (1), Samsun (1), Sêrt (2), Şirnex (1), Tekirdağ (2), Riha (3).
Mêran tundkarî bi kêmanî li 60 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 7 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 7 jin tacîz kirine.
Mêran di meha Hezîranê de 21 jin neçarî karkeriya sekse kirin.
Mêran bi kêmanî gefa kuştinê li 12 jinan xwarin.
Tundkariya mêran a di sala 2024, 2023 û 2022yê de
Di şeş mehên destpêkê yên sala 2024an de mêran, 193 jin kuştine, tacîz li 35 jinan kiriye, 78 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 274 jinan kiriye, tecawiz li 8 jinan kiriye. Bi kêmanî 199 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 149 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 21 zarok kuştine.
Di şeş mehên destpêkê yên sala 2023an de mêran, 152 jin kuştine, tacîz li 27 jinan kiriye, 64 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 357 jinan kiriye, tecawiz li 6 jinan kiriye. Bi kêmanî 173 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 128 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 13 zarok kuştine.
Di şeş mehên destpêkê yên sala 2022an de mêran, 163 jin kuştine, tacîz li 72 jinan kiriye, 146 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 391 jinan kiriye, tecawiz li 15 jinan kiriye. Bi kêmanî 351 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 105 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 22 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Hezîranê de bi kêmanî 34 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 25 bû.
Mêran her weha bi kêmanî ji mêrên li ba jinan bûn jê şeş kuştin.
Ji mêrên ku jin kuştine jê yek polîs bûye.
Jinên ku mêran ew di Gulanê de kuştin
Adile Aysu, Aylin E., Ayten Çağıran, Dibe Cevat, Esma Şimşek, Fatma K., Fatma M., Gülistan Avcı, Gülsüm M., Hatice Ç., Hatice U., Hediye K., Hilal K., Lale P., Leyla Erat, Malizer G., Meral Tınaztepe, Merve Karabaş, Merve Ş., N.A., Nur S., Nurtaç K., Nurset T., Saniye Arslan, Sedef G., Seher A., Selen Akpolat, Semiha K., Sibel Ç., Şükran E., Şule Özlem U., Ümmü Değer, Victoria Vera B., Yüsra Binnaz Çimtay.
Bajarên ku mêran ew kuştin
Edene (4), Enqere (3), Antalya (1), Dîlok (2), Aydin (1), Balıkesir (1), Denizli (1), Amed (1), Xarpêt (2), Eskişehir (3), Stenbol (1), İzmir (3), Kayseri (1), Kırıkkale (1), Konya (2), Mardin (1), Mersin (2), Muğla (1), Rize (1), Riha (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 16 jin û şeş jin jî ji ber “hesûdiyê” kuşt. Mêran “nexwestiye jinek bixebite” û ji bo vê ew kuştiye. Çapemeniyê “hêcata” kuştina 11 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 29 jin, du jin cîranê wan, du jin jî zavayê wan ew kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka 2 mêrên ku jinek kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran bi çekên guleber 22 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 7 jin kuştine. Mêran du jin bi fetisandinê û du jin jî bi lêdanê kuşt.
Mêran 9 jin li kolan, daristan ango qadên civakî, 23 jin jî li nava malan kuştin.
Pêvajoya hiqûqî
34 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 20 faîl hatin girtin. 11 faîlan xwe kuştin. 2 faîl hatin desteserkirin. Faîlek revî.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Hezîranê de 3 zarok kuştin.
Du zarok bavê wan ew kuştine. Zarokek hevsalê wî yê zarok ew kuşt.
Mêran du zarok bi çekên guleber û zarokek jî bi amûra birînê kuştin.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Enqere (1), Mêrdîn (1), Îzmîr(1).
Zarokên ku mêran ew kuştine
Hizal Nur K., Çağla Çetinalp, Hasan Ş.
Pêvajoya hiqûqî
Sê faîl hebûn ku zarok kuştine. Faîlek hat girtin, duyan jî xwe kuştin.
Tacîz
Mêran di meha Hezîrana 2024an de herî kêm tacîz li heft jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar heft bû.
Mêran heft jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxaneyê tacîz li jinan kirine.
Seyaqê teksiyê sê jin tacîz kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tacîz li çar jinan kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Antalya (2), Stenbol(3). Kayseri(1), Konya(1)
Pêvajoya hiqûqî
Pênc faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Jê du hat girtin, yek serbest bû. Derbarê faîlek de lêpirsîn hat destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Hezîranê de îstîsmar bi kêmanî li 7 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 17 bû.
Mêran li qadên derveyî malê yên weke dibistan, kolan û mala îstismar li şeş zarokan kirine. Her weha mêran li nava malê îstismar li zarokek kiriye.
Xebatkarê dibistanê zarokek û xebatkarê nexweşxaneyê jî zarokek îstismar kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye bê mêrê ku îstismar li pênc zarokan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Antalya (1), Burdur (1), İzmir (1), Rize (1), Sakarya (1), Şirnex (1), Zonguldak (1).
Pêvajoya hiqûqî
19 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Ji wan 15 faîl hatin girtin. Faîlek ji wezîfeyê hat dûrxistin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya sê faîlan nenivîsiye.
Êrîşa zayendî/Tecawiz
Li gorî zanyariyên ku di çapemeniyê de weşiyaye mêran di Hezîranê de tecawiz li du jinan kirine.
Ji jina yek hevpîşeyê wê û yek jî mêrekî li otelê tecawiz lê kiriye.
Bajarên ku mêran lê tecawiz li jinan kirine
Stenbol(2)
Pêvajoya hiqûqî
Du mêrên faîl hebûn ku tecawiz li jinan kirine. Derbarê faîlek de lêpirsîn hat destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye.
Tundkarî/Birîndarkirin
Mêran di meha Hezîranê de bi kêmanî 60 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 62 bû. Bi kêmanî 8 jin bi giranî birîndar bûn û ew birin nexweşxaneyan. Digel biryarên parastinê jî mêran çar jin birîndar kirin.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kir
Edene (1), Aksaray (1), Enqere (3), Antalya (1), Bartin (1), Burdur (1), Bursa (2), Çanakkale (4), Amed (1), Edirne (23), Xarpêt (1), Hatay (1), Idir (1), Stenbol (5), İzmir (1), Karabük (1), Kastamonu (1), Kocaeli (2), Konya (1), Meletî (1), Mêrdîn (2), Mersin (1), Mûgla (1), Samsun (3).
Mêran, ji ber “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 28 jin birîndar kirin. Mêran pênc jin ji ber “hesûdiyê” birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran 26 jin ji ber çi birîndar kirin.
Mêran derb li 50 jinan xistin û birîndar kirin. Bi kêr û yên mîna wan heft jin û bi çekên guleber sê jin birîndar kirin.
Mêran li nava malan 36 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 24 jin birîndar kirin.
Pêvajoya hiqûqî
Bi kêmanî 57 mêrên faîl hebûn. Tenê 11 faîl hatin girtin. Sê faîl serbest bûn. Derbarê 8 faîlan de pêvajoya hiqûqî hat destpêkirin. Herî kêm 5 faîl hatin desteserkirin. Derbarê 14 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Faîlek revî û yekî jî xwe kuşt. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya 14 faîlan de ti zanyarî neweşand.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Hezîranê de bi kêmanî 21 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 41 bû. 16 ji wan ne welatiyên Tirkiyeyê bûn. Di nav wan de zarok jî hebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Balıkesir(4), Mersin (5), Sakarya (3), Tekirdağ (9).
Pêvajoya Hiqûqî
16 faîl hebûn ku jin neçarî karkeriya seksê kirine. Tenê jê 14 hatin girtin. Çar hatin desteserkirin, û du jî serbest bûn.
(EMK/AY)