Infografik: Dilek Sarıgül, Fotograf: Evrim Kepenek
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Hezîrana 2023an de herî kêm 25 jin kuştine.
Di meha Hezîranê de mirina bi kêmanî 33 jinan di çapemeniyê de weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn. Her weha di heman mehê de mirina zarokekî jî çapameniyê “biguman” nivîsiye.
Li van bajaran mirinên jinan biguman in
Ankara (2), Antalya (3), Dîlok (1), Aydın (2), Denizli (1), Isparta (1), Stenbol (4), İzmir (1), Kastamonu (1), Kırşehir (1), Manisa (2), Muğla (2), Nevşehir (1), Ordu (1), Sakarya (1), Samsun (2), Trabzon (1), Riha (2), Uşak (1), Zonguldak (3).
Li Rihayê mirina zarokekî jî çapameniyê “biguman” nivîsiye.
Mêran tundkarî li 62 jinan kirine, îstîsmar bi kêmanî li 17 zarokên keç û kur kirine, tacîz bi kêmanî li heft jinan kirine. Mêran di meha Hezîranê de herî kêm 41 jin neçarî karkeriya seksê ya bi darê zorê kiriye.
Di Hezîrana 2023an de çapemeniyê çi bûyerên tecawizê nenivîsandiye.
Li Stenbolê Çîlem Bûşra Y. (32) ku li malê bi lûleya gaza xwezayî ve daliqandî mirî hat dîtin. Destgirtiyê wê jinê yê bi navê tohmeta ku "handana xwekuştinê û alîkarî kiriye” hat girtin.
Li Tekîrdagê jina bi navê B.A.(44) hevserê xwe yê bi navê E.A (45) ku gotiye her tim li min dixe bi çekê kuşt. Cezayê zîndanîkirina li malê ji wê jinê birîne.
Di şeş mehên destpêkê yên sala 2023ê de mêran, 153 jin kuştine, tacîz li 27 jinan kiriye, 64 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 357 jinan kiriye, tecawiz li 6 jinan kiriye. Bi kêmanî 173 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di şeş mehên destpêkê yên sala 2023yê de, çapemeniyê ji bo mirina 128 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van şeş mehan de bi kêmanî 13 zarok kuştine.
Di şeş mehên destpêkê yên sala 2022ê de mêran, 163 jin kuştine, tacîz li 72 jinan kiriye, 146 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 391 jinan kiriye, tecawiz li 15 jinan kiriye. Bi kêmanî 351 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di şeş mehên destpêkê yên sala 2022yê de, çapemeniyê ji bo mirina 105 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van şeş mehan de bi kêmanî 22 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Hezîranê de bi kêmanî 25 jin kuştine; par di heman mehê de ev hejmar 32 bû. Her weha mêran pênc mêrên ku li cem jinan bûye jî kuştiye.
Digel biryara parastinê, meran bi kêmanî çar jin kuştine. Her çar jin jî welatiyên Turkmenistanê bûne.
Navên jinên ku di Nîsanê de mêran ew kuştine
Beyhan G., Bilge K., D.K., Dudu Y., Elena David, Fatma A., Fidan Bahçecioğlu, Gözde Vural, Gülkamar Hanimova, İpek Çiçek, Karbeyaz Ç., Laçin Geldiyazova, Leyla Geldiyazova, Mahi Aydos, Melek B., Mohri E., Mürüvvet Ç., Nermin Y., Nuriye A., Ö.B., Sevgi Ağı, Sinem A., Sultan E., Şengül K., Zeliha Y.
Mêran li van bajaran jin kuştine
Edene (2), Aksaray (1), Ankara (2), Antalya (2), Antep (1), Eskişehir (1), Stenbol(3), İzmir (6), Karabük (1), Qers (1), Kocaeli (2), Konya (1), Mersin (1), Muğla (1).
Mêran 12 jin ji ber ku “xwestine cihê bibe”, 2 jin ji ber “hesûdiyê” kuştine.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi "hêcetan" 11 jin kuştine.
Hevjîn, hevjînên berê an jî destgirtî 15 jin kuştine. Şeş jin kur, bav û bira, du jin hevalê wan, ew kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê du jin kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran 14 jin li malan, 11 jin li kargeh, daristan, kolan, nexweşxane û deverên weke wan kuştine.
Mêran 13 jin bi çekên guleber kuştine. 8 jî bi kêr û amûrên mîna kêrê kuştiye. Mêran du jin bi fetisandinê û jinekê jî bi derpkirinê kuştiye. Mêran jinekê jî bi wesayîtê pelixandiye û kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
24 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 11 faîl hatine girtin. Sê faîl hatine desteserkirin. Heft faîlan xwe kuştine. Du faîl revîne. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek jî nenivîsandiye.
Tacîz
Mêran di meha Hezîrana 2023an de herî kêm tacîz li heft kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 27 bû.
Mêran pênc jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Mêran dîmenê du jinan girtine û ew tacîz kirine. Mêran heft jin jî li cihê weke zanîngeh, kolan, rawestgeh, mixaze û wesayitê cemaweriyê tacîz kirine.
Jinekê destgirtiyê wê berê, jinekê mêrê wê, jinekê seyaqê teksiye û gelek jin jî dersdêrê wan yê zanîngehê ew tacîz kirine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku du jin tacîz kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Edirne (1), Stenbol (4), Sakarya (1), Zonguldak (1).
Pêvajoya hiqûqî
7 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Ji wan yek jî nehatiye girtin. Faîlek serbest hatiye berdan. Faîlek ji wezîfeya xwe ya zanîngehê îstifa kiriye. Derbarê sê faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Derbarê du faîlan de çi karekî qanûnî nehatiye kirin.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Hezîranê de îstîsmar bi kêmanî li 17 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 41 bû. Hin faîlan heman sûc berê jî kirine. Ji îstismaran yek sistematik bûye. Ji zarokanên ku mêran ew îstismar kirine jê yek sûriyeyî bûye.
Mêran 17 zarok li qadên derveyî mal yên weke dibistan û kolanan îstismar kirine.
Du zarok cîranê wan yên mêr, 11 zarok dersdêrê wan, zarokekê hevalê wê, zarokekê antrenöre wê yê sporê îstismar kiriye.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrê ku 2 zarok îstismar kirine kî ye.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Ankara (1), Çorum (11), Amed(1), Meletî (1), Mêrdin (1), Riha (1), Zonguldak (1).
Pêvajoya hiqûqî
7 faîl hebûn ku zarok îstîsmar kirine. Tenê sê faîl hatine girtin. Du faîl hatine desteserkirin. faîlek xwe kuştiye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye.
Êrişa Zayendî/Tecawiz
Çapemeniyê ji bo meha Hezîranê çi bûyerên tecawizê nenivîsiye. Ev nayê wê wateyê ku bûyerên tecawizê çênebûye.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Hezîranê de tundkarî bi kêmanî li 62 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hejmar 89 bû.
Bajarên ku mêran lê tundkarî li jinan kiriye
Edene (2), Aksaray (1), Enqere (1), Bolu (2), Burdur (1), Bursa (1), Denizli (2), Edirne (17), Eskişehir (2), Hatay (1), Stenbol(11), İzmir (1), Karaman (1), Kocaeli (2), Konya (1), Manisa (1), Mêrdin (1), Ordu (2), Trabzon (1), Riha (1), Wan (1), Zonguldak (1).
Hevjîn an jî hezkiriyên bi kêmanî 41 jinan tundkarî li wan kiriye. 10 jin bav, bira, zava û mêrên weke wan ew birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye ku 10 mêrên tundkarî kiriye û jinên tundkarî li wan bûye, hev nas dikin an na.
Mêran ji ber “xwestine veqetin, li hev neyên, red kirine” tundkarî li 32 jinan kiriye. Mêran 9 jin ji ber hesûdiyê birîndar kiriye. Çapemeniyê “hêceta” tundkariya mêran a li 21 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 49 jinan daye, neh jin bi kêran û amûrên weke wan, jinekê bi torpîlên teqemeniyê û jinekê jî bi ava kelandî, jinekê jî bi çekên gulebar birîndar kiriye.
Mêran tundkarî li nava malan li 37 jinan kiriye. Li daristan, gazino û kolanan ango li derveyî malan tundkarî li 16 jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran li ku tundkarî li neh jinan kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
61 mêrên faîl hebûn ku tundkarî li jinan kiriye. Bi tenê şeş faîl hatine girtin. Pênc faîl hatine desteserkirin. Çar faîl serbest bûne. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya 14 faîlan de nenivîsiye. Sê faîl reviyane. Derbarê 29 faîlan de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Di meha Hezîranê de mêran bi darê zorê karkeriya seksê ya mecbûrî bi kêmanî bi 41 jinan daye kirin. Par ev hejmar di heman mehê de 24 bû.
23 jin welatiyên Tirkiyeyê nebûne. Di nava kesên ku neçarî karkeriya sekse de hatine kirin, zarok jî hene.
Pêvajoya hiqûqî
Bi kêmanî 18 faîl hebûn ku bi darê zorê karkeriya sekse bi jinan daye kirin. Hemû faîl hatine girtin.
(EMK/AY-FD)