Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Hezîranê de bi kêmanî 14 jin û 4 zarok kuştine.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 68 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 18 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 18 jin tacîz kirine. Her weha mêran di meha Hezîranê de 128 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Saziyên çapemeniyê di meha Hezîranê de ji bo mirinên 37 jinan û 9 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Ji bo hemû raporên tûndkariya mêran yên bianetê bitikîne
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Adana (2) Semsûr (1) Ankara (1) Antalya (2) Dîlok (1) Aydin (3) Êlih (1) Bilecik (1) Burdur (2) Bursa (2) Denizli (1) Amed (1) Duzce (1) Erzîrom (1) Giresun (1) Colemêrg (1) Kastamonu (1) Kayseri (1) Kocaeli (1) Kutahya (1) Meletî (2) Manisa (1) Mugla (1) Niğde (1) Samsun (1) Sinop (1) Trabzon (1) Riha (1) Çanakkale (1) Stenbol (1)
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Adana (1) Dîlok (1) Aydın (2) Bursa (2) Dêrsim (1) Konya (1) Stenbol (1)
Tundkariya Mêran a di salên 2022-2025an de
Di pênc şeş destpêkê yên 2025an de mêran, 145 jin kuştine, tacîz li 88 jinan kiriye, 140 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 329 jinan kiriye, tecawiz li 4 jinan kiriye. Bi kêmanî 691 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 215 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 30 zarok kuştine.
Di şeş mehên destpêkê yên 2024an de mêran, 193 jin kuştine, tacîz li 35 jinan kiriye, 78 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 274 jinan kiriye, tecawiz li 8 jinan kiriye. Bi kêmanî 199 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 149 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 21 zarok kuştine.
Di şeş mehên destpêkê yên 2023an de mêran, 152 jin kuştine, tacîz li 27 jinan kiriye, 64 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 357 jinan kiriye, tecawiz li 6 jinan kiriye. Bi kêmanî 173 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 128 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 13 zarok kuştine.
Di şeş mehên destêpêk yên 2022an de mêran, 163 jin kuştine, tacîz li 72 jinan kiriye, 146 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 391 jinan kiriye, tecawiz li 15 jinan kiriye. Bi kêmanî 351 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 105 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 22 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Hezîranê de bi kêmanî 14 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 34 bû.
Jinên ku mêran ew di Hezîranê de kuştin
Elif Nur Tüfekçi, Emir K., Feryal İ., Gülizar Yıldız, Hatice C., Hüsniye M., Leyla D. , Müyesser Kızıloluk, Oya Budak, Sebahat A. , Yaprak Türk , Yasemin B. , Zukaa Mahmoud, Şerife E.
Bajarên ku mêran ew lê kuştin
Adana (3), Semsûr (1), Bilecik (1), Bursa (1), Amed (1), Hatay (1), Stenbol (2), İzmir (1), Sakarya (1), Riha (1), Şirnex (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 5 jin kuştin e. Mêran jinekê ji bo ku diziyê bike kuşt. Çapemeniyê “hêcata” kuştina 8 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 8 jin kuştine. Jinekê diz, jinekê kurê wê, du jin hevkarê wan û du jin jî xizmê wan ên mêr ew kuştine.
Mêran 8 jin li nava malan, 6 jin jî li qadên derveyî malan kuştine. Mêran bi çekên guleber 11 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 3 jin kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 16 faîl hebûn ku jin kuştine. 7 faîl hatin girtin. 5 faîl hatin desteserkirin. 4 faîlan xwe kuştin.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Hezîranê de herî kêm çar zarok kuştin. Ev hejmar par di heman mehê de sê bû. Zarokek hevalê bavê wê, zarokek bavê wê, du zarok jî hevalê wan ew kuştin.
Mêran du zarok li nava malan, du zarok jî li derveyî malan kuştine.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Hatay (1), Stenbol (1), Tekîrdag (1), Îzmîr (1)
Zarokên ku mêran ew kuştine
Botan B. İrem İ. Kıvanç A. Yasin Poyraz E.
Pêvajoya hiqûqî
Çar faîl hebûn ku zarok kuştiye. Du hatin girtin û du jî hatin desteserkirin.
Tacîz
Mêran di meha Hezîrana 2025an de herî kêm tacîz li 18 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 7 bû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û girtîgehê tacîz li 17 jinan kirine. Mêran li nava malan jinek tacîz kirine.
Jinekê wezîfedarê ewlehiyê, jinekê akademîsyen, jinekê jî dadwerê teqawitbûyî ew tacîz kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku herî kêm tacîz li 14 jinan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Adana (1), Denizli (1), Hatay (1), Stenbol (6), Kocaeli (1), Meletî (1), Manisa (1), Muğla (2), Samsun (1), Şirnex (2)
Pêvajoya hiqûqî
15 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Jê du faîl hatin girtin, 6 faîl hatin desteserkirin. Derbarê 2 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Faîlek bi zîndanîkirina li malê hat cezakirin. Faîlek serbest bû. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan nenivîsiye. Faîlek jî hat dersînorkirin.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Hezîranê de îstîsmar bi kêmanî li 18 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 7 bû.
Mêran li qadên derveyî malê yên weke dibistan, qursa quranê, salona werzişê îstismar li 18 zarokan kirine.
Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka mêrê ku îstismar li herî kêm 18 zarokan kiriye nas e an ne nas e. Çar zarok dersdêrê wê, zarokek şofêr, zarokek wezîfedarê paqijiyê û zarokek jî wezîfedarê olî ew îstîsmar kiriye.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Antalya (2), Bartın (1), Êlih (3), Bolu (4), Amed (1), Stenbol (2), Samsun (1), Şirnex (4).
Pajêvoya hiqûqî
17 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. 15 faîl hatin girtin. Faîlek serbest hat berdan. Faîlek hat desteserkirin.
Êrîşa zayendî / Tecawiz
Di meha Hezîrana 2025an de çapemeniyê tu bûyerên tecawizê nenivîsiye. Ew nayê wê wateyê ku nîne.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Hezîranê de bi kêmanî 68 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de jî ev hejmar 60 bû.
Herî kêm sê jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Bi kêmanî 51 jin destgirtî û mêrên wan ew birîndar kirin. Sê jin cîranên wan ew birîndar kirine. Jinekê wezîfedarê ewlekariyê û jinekê jî xizmê wê ew birîndar kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye ku mêrê ku herî kêm 8 jin birîndar kirine nas in an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 18 jin birîndar kirin. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 49 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 58 jinan xistin û birîndar kirin. 5 jin bi çekên guleber birîndar kirin. Her weha 4 jin bi amûrên birînê birîndar kirine û jinekê jî ji şaneşînê avêtiye.
Mêran li nava malan 34 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 34 jin birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran du jin li kîderê birîndar kirine.
Bajarên ku mêran tûndkarî li jinan kirine
Ankara (4), Antalya (1), Aydın (2), Balıkesir (1), Bartın (1), Burdur (1), Bursa (4), Çanakkale (1), Amed (1), Edirne (31), Erzîrom (1), Eskişehir (2), Hatay (1), Stenbol (5), İzmir (4), Kocaeli (1), Konya (2), Ordu (1), Samsun (1), Şirnex (1), Tekirdag (1), Yalova (1)
Pêvajoya hiqûqî
69 faîlên ku jin birîndar kirine hebûn. Tenê 4 faîl hatin girtin. Derbarê 45 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya 3 faîlan de ti zanyarî neweşand. Faîlek xwe kuşt û yek jî revî. 13 faîl hatin desteserkirin.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Hezîranê de bi kêmanî 128 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 21 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn. 12 jin welatiyên Tirkiyeyê nebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Dîlok (23), Bûrsa (23), Eskîşehîr (11), Îzmîr (54), Kocaelî (6), Ûşak (11).
Pêvajoya hiqûqî
52 faîl hebûn. Tenê 25 hatin girtin. 23 faîl hatin desteserkirin. Çar faîl bi şertê kontrola edlî serbest bûn.
(EMK/AY)






