Infografik: Dilek Sarıgül, Fotograf: Evrim Kepenek
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Gulana 2023an de herî kêm 38 jin û du zarok kuştine.
Di meha Gulanê de mirina bi kêmanî 22 jinan û çar zarokan di çapemeniyê de weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn. Her weha di heman mehê de mirina zarokekî jî çapameniyê “biguman” nivîsiye.
Li van bajaran mirinên jinan biguman in
Edene(2), Aksaray (1), Antalya (1), Aydın (1), Bayburt (1), Edirne (1), Colemêrg(2), Stenbol(2), Karaman (1), Kayseri (1), Kocaeli (3), Konya (1), Muğla (1), Zonguldak (3).
Li van bajaran mirinên zarokan biguman in
Edene(1)
Mêran tundkarî li 61 jinan kirine, îstîsmar bi kêmanî li 16 zarokên keç û kur kirine, tacîz bi kêmanî li pênc jinan kirine. Mêran di meha Gulanê de herî kêm 17 jin neçarî karkeriya seksê ya bi darê zorê kiriye.
Di Gulana 2023an de çapemeniyê du bûyerên tecawizê nivîsandiye.
Di pênc mehên destpêkê yên sala 2023ê de mêran, 127 jin kuştine, tacîz li 20 jinan kiriye, 47 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 295 jinan kiriye, tecawiz li 6 jinan kiriye. Bi kêmanî 132 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di pênc mehên destpêkê yên sala 2023yê de, çapemeniyê ji bo mirina 95 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran di van pênc mehan de bi kêmanî 13 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Gulanê de bi kêmanî 38 jin kuştine; par di heman mehê de ev hejmar 32 bû. Her weha mêran bi kêmanî mêrek ku li cem jinan bûye jî kuştiye.
Digel biryara parastinê, meran bi kêmanî sê jin kuştine. Ji jinên ku mêran kuştine jê yek welatiya Moldovyayê bûye. Jinekê jî hevalê wê yê efser ew kuştiye.
Navên jinên ku di Nîsanê de mêran ew kuştine
Ada U., Adanur A., Basra D., Burcu C., Ceylan S., Derya Ş. , Dilek Ö. , Dürdane K. , Ebru U., Emine Erdandoğdu, Esra A., Ezgi G., Fatma S. Fatma Uğur, Fincan K., Goncagül Ç., Gülay T., Hacer K., Hanife Burma, Hasret Çakır, Hatice B., İnaye Hellak, İptihel B., Jiyan B., Nazlı A., Nimet T., Saibe A., Semiha Bağ, Sevim Ç., Songül Ş., Sultan Kaya, Sümeyye Ergin, Şerife Yıldız, Tatiana A., Tuba A., Vezire E., Zeliha Temel, Zeynep Başaran.
Mêran li van bajaran jin kuştine
Adana (6), Ankara (3), Antalya (4), Dîlok (1), Aydın (1), Denizli (1), Amed(3), Stenbol(8), İzmir (3), Kocaeli (2), Meletî(1), Muğla (2), Sakarya (1), Trabzon (1), Wan (1).
Mêran heşt jin ji ber ku “xwestine cihê bibe”, jinekê ji ber ku “daxwaza wî ya zewicandinê qebûl nekiriye” kuştiye. Mêran jinekê jî ji ber ku gotiye “dengê muzikê dabixe” kuştiye.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi "hêcetan" 28 jin kuştine.
Hevjîn, hevjînên berê an jî destgirtî 22 jin kuştine. Pênc jin kur, bav û bira, du jin cîranê wan, çar jin hevalê wan, çar jin zava/zavayê wan ew kuştine. Jinekê jî komekî ku temenê wan di bin 18an de ne ew kuştiye.
Mêran 32 jin li malan, çar jin li kargeh, daristan, kolan, nexweşxane û deverên weke wan kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye ku mêran bê ka du jin li kîderê kuştiye.
Mêran 22 jin bi çekên guleber kuştine. 14 jî bi kêr û çekên mîna kêrê kuştiye. Mêran jinekê bi fetisandinê û jinekê jî bi derpkirinê kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
37 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 18 faîl hatine girtin. 6 faîl hatine desteserkirin. 10 faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 2 faîlan weke “reviye” û ya faîlek jî nenivîsandiye.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Gulanê de herî kêm 2 zarok kuştine. Par di heman mehê de ev hejmar şeş bûye. Zarok bavê wê û zarokekê jî destgirtiyê dayika wê ew kuştiye.
Mêran di dema îstismarê de zarokek kuştiye û zarokekê jî bi çekên guleber kuştiye
Mêran zarokekê bi bend xeniqandiye, du zarok bi çekên guleber kuştine. Meran du zarok li nava malê kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran zarokek li ku kuştine.
Bajarên ku mêran zarok kuştine
Stenbol(1), Zongûldak(1)
Navên zarokên ku mêran ew kuştine
Nîsanûr O., Efe T.
Pêvajoya hiqûqî
Pênc faîl hebûn ku zarok kuştine. Çar faîl hatine girtin. Faîlek xwekuştiye.
Tacîz
Mêran di meha Gulana 2023an de herî kêm tacîz li pênc jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 11 bû.
Mêran pênc jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Mêran çar jin jî li kolan, rawestgeh û di nava wesayîtên cemaweriyê de û jinekê jî li mal tacîz kirine.
Jinekê hevjînê wê yê bere, jinekê destgirtîyê wê yê berê tacîz lê kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tacîz li sê jinan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Stenbol(3), Edîrne(2)
Pêvajoya hiqûqî
5 faîl hebûn ku tacîz li jinan kirine. Ji wan kes nehatine girtin. Faîlek serbest bûye. Sê faîl hatine desteserkirin. Derbarê faîlek de biryara tedbîrê hatiye stendin.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Gulanê de îstîsmar bi kêmanî li 16 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 22 bû. Di nav mêrên ku îstismar li zarokan kirine de çawişên pispor jî hene. Hin faîlan heman sûc berê jî kirine.
Çawişê pispor du zarok û xizmên du zarokan ew îstismar kirine. Esnaf heft zarok, ciran zarokekê û wezîfedarê serwîsê jî zarokekê îstismar kiriye. Komeke mêr zarokek îstismar kirine.
Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrên ku 2 zarok îstismar kirine kî ye.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Enqere (1), Denizli (2), Edirne (1), Stenbol(1), İzmir (1), Kayseri (1), Mêrdîn(2), Tekirdağ (1), Riha(1), Wan (1), Zonguldak (4).
Pêvajoya hiqûqî
11 faîl hebûn ku zarok îstîsmar kirine. Tenê çar faîl hatine girtin. Çar faîl hatine desteserkirin. Du faî revîne û derbarê faîlek de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Êrişa Zayendî/Tecawiz
Li gorî agahiyên çapemeniyê belav kiriye mêran di Gulanê de tecawiz li du jinan kirine. Par heman mehê de ev hejmar çar bû.
Hemşîreyê mêr tecawiz li jinekê kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tecawiz li jinekê kiriye nas e an ne nas e.
Pêvajoya hiqûqî
Herdu faîl jî hatine girtin.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kirine
Mûgla(1), Izmîr
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Gulanê de tundkarî bi kêmanî li 61 jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hejmar 64 bû.
Heşt jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, weke nexweşên “giran” birine nexweşxaneyan. Di gel “biryarên parastinê” jî mêran tundkarî bi kêmanî li neh jinan kiriye.
Bajarên ku mêran lê tundkarî li jinan kiriye
Antalya (3), Balikesîr (1), Bedlîs (1), Bûrsa (1), Çorûm (1), Amed (1), Edîrne (36), Stenbol (4), Îzmîr (1), Karaman (1), Kocaelî (1), Mereş (3), Mêrsîn (1), Ordû (1), Samsûn (2), Zongûldak (3).
Hevjîn an jî hezkiriyên bi kêmanî 50 jinan tundkarî li wan kiriye. Mêrê jinekê, yê jinekê jî hevalê wê ew birîndar kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye ku mêrên tundkarî kiriye û jinên tundkarî li wan bûye, hev nas dikin an na.
Mêran ji ber “xwestine veqetin, li hev neyên, red kirine” tundkarî li 22 jinan kiriye. Çapemeniyê “mahneya” tundkariya mêran a li 39 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 47 jinan daye, heft jin bi kêran, pênc jin bi çekên gulebar birîndar kiriye. Mêran hewl daye ku jinekê birevînin û jinek jî bi sotînerê birîndar kiriye.
Mêran tundkarî li nava malan li 47 jinan kiriye. Li daristan, gazino û kolanan ango li derveyî malan tundkarî li neh jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran li ku tundkarî li pênc jinan kiriye.
Pêvajoya hiqûqî
61 mêrên faîl hebûn ku tundkarî li jinan kiriye. Bi tenê pênc faîl hatine girtin. Ji bo 28 faîlan biryarên tedbîrê yên ji bo astengkirinê hatine dayîn an jî hatine xwestin. Şeş faîl hatine desteserkirin. Du faîl serbest bûne. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya 12 faîlan de nenivîsiye. Du faîl reviyane. Şeş faîlan xwe kuştine/xwestine xwe bikujin.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Di meha Gulanê de mêran bi darê zorê karkeriya seksê ya mecbûrî bi kêmanî bi 17 jinan daye kirin. Par ev hejmar di heman mehê de 65 bû.
Şeş jin ne welatiyên Tirkiyeyê bûn. Di nava kesên ku neçarî karkeriya sekse de hatine kirin, zarok jî hene.
Pêvajoya hiqûqî
Bi kêmanî 16 faîl hebûn ku bi darê zorê karkeriya sekse bi jinan daye kirin. Du faîl hatine girtin, şeş faîl hatine desteserkirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka pêvajoya heşt faîlan çi bûye.(EMK/AY-FD)