Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Gulanê de bi kêmanî 26 jin û zarokek kuştin.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 68 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 50 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 10 jin tacîz kirine. Her weha mêran di meha Gulanê de 277 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Parastina Rewa: Li Îzmîrê, jinek bi navê Feride K. (40) hevjînê xwe yê bi navê Ö.K. (44) ku demek dirêj bû tûndkarî li wê dikir, bi çekekê li mala xwe kuşt.
Saziyên çapemeniyê di meha Gulanê de ji bo mirinên 27 jinan û 21 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Enqere (1), Antalya (1), Bilecik (1), Burdur (1), Bursa (2), Çorum (2), Denizli (1), Amed (2), Isparta (1), İstanbul (2), Kocaeli (1), Konya (1), Mardin (1), Ordu (1), Trabzon (1), Yalova (1), Zonguldak (1), Kilis (1), Bedlîs (1), Riha (1), İzmir (1), Kırklareli (1).
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Aksaray (1), Ankara (1), Antalya (1), Aydın (2), Amed (1), Hatay (1), İstanbul (2), Kayseri (1), Kırşehir (1), Kocaeli (1), Mêrdîn (2), Maraş (2), Tekirdağ (2), Trabzon (1), Riha(2)
Tundkariya Mêran a di salên 2022-2025an de
Di pênc mehên destpêkê yên 2025an de mêran, 131 jin kuştine, tacîz li 70 jinan kiriye, 122 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 261 jinan kiriye, tecawiz li 4 jinan kiriye. Bi kêmanî 563 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 178 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 26 zarok kuştine.
Di pênc mehên destpêkê yên 2024an de mêran, 159 jin kuştine, tacîz li 28 jinan kiriye, 71 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 214 jinan kiriye, tecawiz li 6 jinan kiriye. Bi kêmanî 178 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 120 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 18 zarok kuştine.
Di pênc mehên destpêkê yên 2023an de mêran, 127 jin kuştine, tacîz li 20 jinan kiriye, 47 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 295 jinan kiriye, tecawiz li 6 jinan kiriye. Bi kêmanî 132 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 95 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 13 zarok kuştine.
Di pênc mehên destêpêk yên 2022an de mêran, 131 jin kuştine, tacîz li 45 jinan kiriye, 105 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 302 jinan kiriye, tecawiz li 15 jinan kiriye. Bi kêmanî 327 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 91 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 15 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Gulanê de bi kêmanî 26 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 40 bû. Her weha ji jinan yek Sûriyeyî bûye.
Digel biryara parastinê mêran herî kêm 6 jin kuştine.
Jinên ku mêran ew di Gulanê de kuştin
Adalet M., Aysel S., Asiye B., Bahar Aksu, Deniz Karakaya, Dilruba Elif Çetin, Diyana M., Elmas Ç., Eser Karaca, Esengül Kaya, Fatma Y., Gülseren Kurtman, Hatice Ç., Hatice Yalman, Hatun Ç., Kadriye Abak, Kudret Polat, Neriman Onur, Nura Zemzem, Rana Çavuş Gökçin, Safiye D., Saliha K., Şevval Çiftçi, Yeter A., Yonca Çavuş, Zeynep Z.
Bajarên ku mêran ew lê kuştin
Adana (3), Amasya (1), Ankara (2), Dîlok (1), Balıkesir (2), Çanakkale (1), Giresun (2), Idir (2), İstanbul (3), Kastamonu (1), Kırklareli (1), Konya (1), Mereş (1), Osmaniye (2), Tokat (2), Yozgat (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 12 jin kuştin e. Çapemeniyê “hêcata” kuştina 13 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 16 jin, endamên malbatê yên weke bav û zavayê berê 7 jin kuştine. 2 jin cîranê wan û xwediyê xanî ew kuştine. Jinekê zavayê wê ew kuştiye.
Mêran 16 jin li nava malan, 10 jin jî li qadên derveyî malan kuştine. Mêran bi çekên guleber 17 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 7 jin kuştine. Mêran, jinekê bi fetisandinê, jinekê jî bi lêdanê kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 32 faîl hebûn ku jin kuştine. 22 faîl hatin girtin. 2 faîl hatin desteserkirin. 4 faîlan xwe kuştin. Çar faîl revîne.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Gulanê de herî kêm zarokek kuştin. Ev hejmar par di heman mehê de 5 bû.
Çapemeniyê nenivîsiye ku kesê ku zarok kuştiye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Sêwas (1),
Zarokên ku mêran ew kuştine
Melisa Ş.
Pêvajoya hiqûqî
Faîekl hebû ku zarok kuştiye. Ew jî hat desteserkirin.
Tacîz
Mêran di meha Gulana 2025an de herî kêm tacîz li 16 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 4 bû. Ji jinên ku mêran ew tacîz kirine jê yek trans bû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û girtîgehê tacîz li 15 jinan kirine. Mêran li nava malan jinek tacîz kirine.
Du jin cîranê wan, jinekê hîndekar, jinekê dersdêrê wê û jinekê jî gardiyanan ew tacîz kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku tacîz li 11 jinan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Denizli (5), Hatay (3), İstanbul (1), İzmir (2), Kocaeli (1), Mêrdin (1), Mersin (1), Sakarya (1), Samsun (1).
Pêvajoya hiqûqî
10 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Jê du hatin girtin û yek jî revîye. Derbarê 4 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Doz li faîlek hat vekirin. Faîlek bi şertê kontrola edlî serbest bû. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Gulanê de îstîsmar bi kêmanî li 50 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 29 bû.
Mêran li qadên derveyî malê yên weke dibistan, qursa quranê, salona werzişê îstismar li 43 zarokan kirine. 7 zarok jî li nava malan îstismar kirine.
Herî kêm 28 zarok dersdêrên wan û zarokek jî xizmê wê ew îstîsmar kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka mêrê ku îstismar li herî kêm 21 zarokan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Êlih (1), Bolu (1), Denizli (11), Erzîrom (1), İstanbul (19), Kocaeli (1), Mersin (11), Sakarya (1), Samsun (2), Tokat (1), Zonguldak (1).
Pajêvoya hiqûqî
16 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Tenê 8 faîl hatin girtin. Faîlek serbest hat berdan. Faîlek hat desteserkirin. Derbarê du faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin.Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya çar faîlan nenivîsiye.
Êrîşa zayendî / Tecawiz
Di meha Gulana 2025an de mêran tecawiz li jinekê kiriye.
Jinekê ji aliyê hevalê xwe yê dibistanê ve hatiye tecawizkirin.
Bajarên mêran lê tecawiz li jinan kiriye
Eskîşehîr(1)
Pêvajoya Hiqûqî
Faîlek hebû. Ew jî bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Gulanê de bi kêmanî 68 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de jî ev hejmar 56 bû. Her weha di nava faîlan de polis jî hene.
Herî kêm 2 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Bi kêmanî 46 jin destgirtî û mêrên wan ew birîndar kirin. Du jin cîranên wan ew birîndar kirine. Jinekê seyaqê teksiyê û jinekê jî hevalê wê ew birîndar kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye ku mêrê ku herî kêm 18 jin birîndar kirine nas in an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 16 jin birîndar kirin. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 52 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 55 jinan xistin û birîndar kirin. 6 jin bi çekên guleber birîndar kirin. Her weha 5 jin bi amûrên birînê birîndar kirine û du jin jî şewitandine.
Mêran li nava malan 49 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 17 jin birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran du jin li kîderê birîndar kirine.
Bajarên ku mêran tûndkarî li jinan kirine
Adana (1), Aksaray (1), Ankara (1), Antalya (2), Dîlok (1), Burdur (2), Bursa (2), Amed (1), Edirne (22), Elezîz (1), Gümüşhane (1), Karaman (1), Kayseri (1), Kocaeli (1), Konya (1), Kütahya (1), Kırklareli (1), Muğla (2), Nevşehir (5), Samsun (1), Sivas (1), Tekirdağ (1), Riha (1), Uşak (1), İstanbul (15), İzmir (1).
Pêvajoya hiqûqî
62 faîlên ku jin birîndar kirine hebûn. Tenê 8 faîl hatin girtin. Derbarê 36 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya 10 faîlan de ti zanyarî neweşand. Faîlek bi şertê kontrola edlî serbest bû. 6 faîl hatin desteserkirin. Her weha doz li faîlek vebû.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Gulanê de bi kêmanî 277 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 34 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Semsûr (7), Afyon (12), Burdur (6), Amed (6), Edirne (23), Erzîrom (8), Iğdır (107), İstanbul (8), Kocaeli (7), Konya (74), Nevşehir (13), Tekirdağ (6).
Pêvajoya hiqûqî
108 faîl hebûn. Tenê 59 hatin girtin. 46 faîl hatin desteserkirin. Faîlek bi şertê kontrola edlî serbest bû. Derbarê du faîlan de biryara zîndanîkirina li malê hat dayîn.