Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Cotmehê de bi kêmanî 49 jin û 8 zarok kuştin.
Saziyên çapemeniyê di meha Cotmehê de ji bo mirinên 29 jinan gotine “mirinên bigûman”.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 79 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 58 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 40 jin tacîz kirine, tecawiz bi kêmanî li du jinan kirine. Her weha mêran di meha Cotmehê de 49 jin neçarî karkeriya sekse kirin.
Mêran di deh mehên destpêkê yên salê de 327 jin kuştin.
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatin
Enqere (2), Antalya (1), Aydin (4), Bilecik (1), Bursa (1), Çanakkale (1), Amed (2), Eskişehir (1), Stenbol (6), Kirikkale (1), Kocaeli (1), Mereş (2), Ordu (1), Samsun (1), Tekirdag (1), Riha (1), Wan (1), Zonguldak (1).
Tundkariya mêran a di salên 2024, 2023, 2022 û 2021ê de
Di deh mehên destpêkê yên sala 2024an de mêran, 327 jin kuştine, tacîz li 100 jinan kiriye, 175 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 521 jinan kiriye, tecawiz li 13 jinan kiriye. Bi kêmanî 376 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 240 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 39 zarok kuştine.
Di deh mehên destpêkê yên sala 2023an de mêran, 268 jin kuştine, tacîz li 347 jinan kiriye, 110 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 647 jinan kiriye, tecawiz li 15 jinan kiriye. Bi kêmanî 334 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 215 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 19 zarok kuştine.
Di deh mehên destpêkê yên sala 2022an de mêran, 280 jin kuştine, tacîz li 131 jinan kiriye, 205 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 675 jinan kiriye, tecawiz li 25 jinan kiriye. Bi kêmanî 386 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 159 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 36 zarok kuştine.
Di deh mehên destpêkê yên sala 2021an de mêran, 256 jin kuştine, tacîz li 396 jinan kiriye, 160 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 670 jinan kiriye, tecawiz li 87 jinan kiriye. Bi kêmanî 586 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 183 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 27 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Cotmehê de bi kêmanî 49 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 21 bû.
Mêran her weha bi kêmanî ji mêrên li ba jinan bûn jê du kuştin.
Digel biryara parastinê meran herî kêm 7 jin kuştine. Ji mêrên ku jin kuştine jê yek çawişê pispor bû.
Jinên ku mêran ew di Cotmehê de kuştin
A.H., A.K., Aylin P., Ayşe K., Ayşegül S., Berivan Ö., B.I., Burcu Sevgi T., C.A., Canan Cerit, D.K., Dilek D., Duygu Şahin, E.D., E.K., Emine D., Evin Demirtaş, Fatma B., Fatma Ö., Gaye G., Gülcan U., Güler M., Gülçin K., Güldane G., Gülfer Ö., Gülsiye O., Hasibe T., Huriye Ö., İ.U., K.K., Kübra G., Manal K., Mintaha A., Mine Özcan, N.A., N.Ç., Nuran S., S.Ç., S.Ö.A., Semira A., Sevgi G., Sevgi G.Y., Sevim K., Sibel Aygan, Şaizer G., Şenay G., Tuba A., Ülfet Köse, Yasemin U.Ç., Yasemin Y.
Bajarên ku mêran ew kuştin
Edene (7), Enqere (1), Dîlok (1), Antalya (1), Aydin (1), Balıkesir (2), Êlih (1), Bursa (2), Çankiri (1), Amed (2), Hatay (3), Stenbol (8), İzmir (2), Karabuk (1), Kastamonu (2), Kirikkale (1), Kocaeli (1), Konya (1), Mereş (1), Mersin (2), Mugla (1), Nevşehir (1), Sakarya (1), Samsun (1), Tekirdag (1), Riha (1), Yalova (1), Zonguldak (1)
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 16 jin kuştin. Çapemeniyê “hêcata” kuştina 15 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 36 jin, endamên malbatê yên weke kalik, kur û bav 10 jin kuştine. Jinekê hevkarê wê, jinekê jî du xebatkarê wê ew kuştiye. Çapemeniyê nenivîsiye ku ka mêrê ku jinek kuştiye nas an ne nas e.
Mêran bi çekên guleber 39 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 9 jin kuştine. Mêran, jinekê jî bi fetisandinê kuştine.
Mêran herî kêm 17 jin li kolan, daristan ango qadên civakî, 32 jin jî li nava malan kuştin.
Pêvajoya hiqûqî
47 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 27 faîl hatin girtin, 4 faîl hatin desteserkirin. 15 faîlan xwe kuştin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek weke “reviye” nivîsiye.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Cotmehê de herî kêm 8 zarok kuştin. Ev hejmar par di heman mehê de yek bû. 5 zarok bavê wan ew kuştine. Zarokek destgirtiyê dayîka wê/wî û zarokek jî hevalê wê ew kuştiye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku zarokek kuştiye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Dîlok (4), Êlih (1), Karaman (1), Manisa (1), Tekirdag (1).
Zarokên ku mêran ew kuştine
M.D., E.N.D., A.D., Y.D.D, M.S.K., M.E.P., A.E.A., Sıla T.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 5 faîl hebûn ku zarok kuştine. Sê faîl hatin girtin. Du faîlan xwe kuştin.
Tacîz
Mêran di meha Cotmeha 2024an de herî kêm tacîz li 40 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 291 bû.
Mêran 24 jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Şeş jin dîmenê wan girtine û ew tacîz kirine. Her weha li hember 10 jinan sekinîne û bi mastirbasyonê ew tacîz kirine.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxaneyê tacîz li 30 jinan kirine. Her weha mêran li nava malan tacîz li heft jinan kirine.
Sê jin cîranê wan, jinekê bergdûr, jinekê seyaqê teksiyê, jinekê destgirtiyê wê yê berê, du jin rêwî, jinekê du xebatkarên şaredariyê û jinekê jî pizîşk ew tacîz kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tacîz li 30 jinan kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Enqere (1), Antalya (1), Balıkesir (1), Bursa (2), Eskişehir (2), İstanbul (16), İzmir (5), Kocaeli (1), Manisa (1), Mereş (1), Mersin (2), Ordu (1), Samsun (2), Yalova (2), Zonguldak (1)
Pêvajoya hiqûqî
34 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Jê neh hatin girtin, 5 faîl hatin desteserkirin. Derbarê çar faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Faîlek revî. Cezayê zîndanîkirina li malê li faîlek hat birîn. Faîlek ji kar hat derxistin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya herî kêm 13 faîlan nenivîsiye.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Cotmehê de îstîsmar bi kêmanî li 58 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 13 bû. Hin faîlan heman sûc berê jî kiribûn û hatibûn darizandin. Ji zarokan yek astengdar bû.
Mêran li qadên derveyî malê yên weke navenda werzişê, qursa qur’anê, dibistan û kolanan îstismar li 48 zarokan kirine. Her weha mêran li nava malê îstismar li 6 zarokan kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka mêran li kîderê îstismar li çar zarokan kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka 18 mêrên ku îstismar li 25 zarokan kiriye nas e an ne nas e.
Sê zarok şofêr ew îstismar kiriye. Herî kêm 22 zarok, dersdêrê tênîsê û dersdêrên lîseya îmam hatîpê jî di nav de 6 mêran ew îstismar kirine. Çar zarok cîranê wan, çar zarok jî endamên malbatê yên weke bav û bira ew îstismar kirine.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Edene (2), Enqere (3), Antalya (2), Bolu (1), Bursa (7), Amed (2), Edirne (2), Eskişehir (2), Hatay (1), Kocaeli (1), Nevşehir (2), Ordu (16), Sakarya (2), Samsun (1), Tokat (2), Trabzon (1), Wan (1), Zonguldak (1), Stenbol (6), İzmir (3).
Pêvajoya hiqûqî
38 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Ji wan tene 18 faîl hatin girtin. 5 faîl hatin desteserkirin. Derbarê çar faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Çar faîl serbest bûn. Du faîl revîn. Sê faîl ji wezîfeyê hatin girtin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya sê faîlan nenivîsiye.
Êrîşa zayendî/Tecawiz
Mêran di meha Cotmeha 2024an de herî kêm tecawiz li du jinan kirine. Par di heman mehê de ev hejmar sê bû.
Jinekê cîranê wê tecawiz lê kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tecawiz li jinekê kiriye nas e an ne nas e. Mêran li nava malê tecawiz li jinekê kiriye û li botê de jî tecawiz li jinekê kiriye.
Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye
Îzmît (1), Samsûn (1).
Pêvajoya hiqûqî
Du faîl hebûn. Yek hat girtin, yek jî hat desteserkirin.
Tundkarî/Birîndarkirin
Mêran di meha Cotmehê de bi kêmanî 79 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 69 bû. Bi kêmanî 9 jin bi giranî birîndar bûn û ew birin nexweşxaneyan. Digel biryarên parastinê jî mêran herî kêm 12 jin birîndar kirin.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kiriye
Edene (4), Semsûr (1), Aksaray (1), Enqere (3), Antalya (6), Bedlîs (2), Bursa (7), Denizli (1), Dersim (1), Amed (1), Edirne (2), Eskişehir (1), Colemêrg(2), Kilis (2), Konya (2), Kutahya (1), Kirikkale (2), Kirşehir (1), Mereş (2), Mersin (1), Ordu (1), Rize (1), Sakarya (1), Samsun (4), Tokat (1), Trabzon (1), Riha (4), Çorlu (1), Çorum (1), Stenbol (14), İzmir (7).
Bi kêmanî 36 jin destgirtî û mêrên wan ew birîndar kirin. Çar jin cîranê wan, 22 jin endamên malbatê yên weke bav û bira ew birîndar kirin. Jinekê siyasetmedar, sê jin hevalên wan, jinekê jî parêzerê wê ew birîndar kir. Herî kêm sê jin jî di êrişên zanîngehan de mêran ew birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku 9 jin birîndar kirine nas e an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 20 jin birîndar kirin. Mêran, 5 jin ji ber “hesûdiyê”, du jin ji ber pisik xwedî kirine, 10 jin jî ji ber ku çûne çalakiyê birîndar kirine. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 42 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 57 jinan xistin û birîndar kirin. Bi kêr û yên mîna wan 11 jin û bi çekên guleber 9 jin birîndar kirin. Mêran jinekê şewitand. Her weha mêran molotof avêt mala jinekê.
Mêran li nava malan 39 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 40 jin birîndar kirin.
Pêvajoya hiqûqî
16 faîl hatin girtin. Derbarê 9 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 13 faîl hatin desteserkirin. Sê faîl revîn. Derbarê sê faîlan de biryara jê dûrxistinê hat dayîn. 6 faîl serbest bûn. 6 faîlan xwe kuştin. Cezayê zîndanîkirina li malê herî kêm li faîlan hat birîn. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya 22 faîlan de ti zanyarî neweşand.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Cotmehê de bi kêmanî 49 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Di nav wan de zarok jî hebûn. 13 jin welatiyên Tirkiyeyê nebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Enqere (16), Dîlok (9), Bursa (4), Kocaeli (4) Konya (9), Riha (7).
Pêvajoya Hiqûqî
31 faîl hebûn ku jin neçarî karkeriya seksê kirine. Tenê jê 22 hatin girtin. 9 faîl serbest bû.