Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Cotmehê de bi kêmanî 22 jin û 3 zarok kuştine.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 79 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 14 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 14 jin tacîz kirine. Her weha mêran di meha Cotmehê de 150 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Saziyên çapemeniyê di meha Cotmehê de ji bo mirinên 35 jinan û 2 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Ji bo hemû raporên tûndkariya mêran yên bianetê bitikîne
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Semsûr (1), Aksaray (1), Dîlok (1), Antalya (1), Aydin (3), Balıkesir (1), Bartın (1), Bursa (2), Çankırı (1), Denizli (2), Edirne (1), Colemêrg (1), Isparta (1), Stenbol(1), Kayseri (1), Konya (1), Meletî (3), Mereş (1), Muğla (1), Nevşehir (2), Ordu (2), Sakarya (1), Samsun (1), Sêrt (1), Tekirdag (1), Uşak (1), Wan (1).
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
İzmir (1), Mêrdîn (1).
Daneyên Tundkariya Mêran 2021-2025
Di deh mehên destpêkê yên 2025an de mêran, 246 jin kuştine, tacîz li 178 jinan kiriye, 183 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 640 jinan kiriye, tecawiz li 10 jinan kiriye. Bi kêmanî 955 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 382 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 54 zarok kuştine.
Di deh mehên destpêkê yên 2024an de mêran, 327 jin kuştine, tacîz li 100 jinan kiriye, 175 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 521 jinan kiriye, tecawiz li 13 jinan kiriye. Bi kêmanî 376 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 240 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 39 zarok kuştine.
Di deh mehên destpêkê yên 2023an de mêran, 268 jin kuştine, tacîz li 347 jinan kiriye, 110 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 647 jinan kiriye, tecawiz li 15 jinan kiriye. Bi kêmanî 334 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 215 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 19 zarok kuştine.
Di deh mehên destêpêk yên 2022an de mêran, 280 jin kuştine, tacîz li 131 jinan kiriye, 205 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 675 jinan kiriye, tecawiz li 25 jinan kiriye. Bi kêmanî 386 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 159 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 36 zarok kuştine.
Di deh mehên destêpêk yên 2021an de mêran, 256 jin kuştine, tacîz li 396 jinan kiriye, 160 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 670 jinan kiriye, tecawiz li 87 jinan kiriye. Bi kêmanî 586 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Çapemeniyê ji bo mirina 183 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 27 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Cotmehê de bi kêmanî 22 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 49 bû.
Jinên ku mêran ew di Cotmehê de kuştin
Aysel Karakoç, Belgin A., Binnur G., Burçin Rezak A., Ebru Kaya, Fatma Funda Görkem, Gülben Duru, Gülhanım B., Gülistan Görkem, Hakkı Eren, Hasiba A., Hilal B., İlknur Kertlez, İzade T., Keziban P.A, Meliha Keskin, Mine A., Muradiye Gökmen, Nilay Kotan, Serpil G., Suzan E., Şennur Ç.
Bajarên ku mêran ew lê kuştin
Adana (1), Ankara (1), Bolu (1), Çankırı (1), Denizli (1), Edirne (1), İstanbul (3), İzmir (4), Kayseri (2), Kocaeli (1), Manisa (1), Mereş (2), Sêrt (1), Yalova (1), Zonguldak (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 7 jin kuştin e. Her weha jinekê jî ji ber deynan kuştin. Çapemeniyê “hêcata” kuştina 14 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 18 jin kuştine. 3 jin kur / neviyê wan ew kuştine. Jinekê jî hevalê hevjînê wê ew kuştiye.
Mêran 12 jin li nava malan, 10 jin jî li qadên derveyî malan kuştine. Mêran bi çekên guleber 16 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 6 jin kuştine.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 21 faîl hebûn ku jin kuştine. 16 faîl hatin girtin. Çar faîlan xwe kuştin. Faîlek revî.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Cotmehê de herî kêm 3 zarok kuştin. Ev hejmar par di heman mehê de 8 bû.
Sê zarok xizmê wan, zarokek cîranê wê û zarokek jî mêrê ku li gund ew îstismar kiribû, ew kuştiye.
Mêran 3 zarok li derveyî malan kuştine.
Mêran bi çekên guleber sê zarok kuştine.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Konya (1), Mersin (1), Zonguldak (1).
Zarokên ku mêran ew kuştine
Emir Ali A., Hasret Akkuzu, Yıldırım K.
Pêvajoya hiqûqî
5 faîl hebûn ku zarok kuştiye. 3 hatin girtin, faîlek xwe kuşt û faîlek jî bi şertê kontrola edlî serbest bû.
Tacîz
Mêran di meha Cotmeha 2025an de herî kêm tacîz li 14 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 40 bû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxane tacîz li 13 jinan kirine. Mêran li nava malan jinekê tacîz kirine.
Mêran wêneyê jinekê girtiye û ew tacîz kiriye. Mêran herî kêm 12 jin bi devkî û fîzîkî tacîz kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye ku 13 mêrên ku tacîz li 10 jinan kirine nas e an ne nas e. Du jin destgirtiyê wan û du jin jî cîranê wan ew tacîz kirine.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Ankara (2), Bayburt (1), Bolu (1), Edirne (1), İstanbul (7), Kocaeli (1), Sakarya (1).
Pêvajoya hiqûqî
15 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Derbarê 5 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin, çar faîl hatin desteserkirin, çar faîl revîn. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan nenivîsiye.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Cotmehê de îstîsmar bi kêmanî li 14 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 58 bû.
Zarokek pismamê wê, sê zarok xebatkarên kafe û mixazeyê ew îstismar kirin.
Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka mêrê ku îstismar li herî kêm 10 zarokan kiriye nas e an ne nas e.
Mêran li qadên derveyî malan yên weke kolan, dibistan û avahiya şaredariyê îstismar li 13 zarokan kirin. Li nava malan jî îstismar li zarokekê kirine.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Bursa (1), Düzce (2), Eskişehir (1), İstanbul (2), Konya (1), Manisa (1), Muğla (1), Zonguldak (5).
Pajêvoya hiqûqî
14faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. 7 faîl hatin girtin. 7 faîl hatin desteserkirin.
Êrîşa zayendî / Tecawiz
Di meha Cotmeha 2025an de mêran tecawiz li du jinan kirin. Par di heman mehê de ev hejmar du bû.
Mêran li derveyî malan tecawiz li herdu jinan kirine.
Bajarên mêran lê tecawizî jinan kiriye
Ankara (2)
Pêvajoya hiqûqî
Faîlek hebû û hat girtin.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Cotmehê de bi kêmanî 79 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de jî ev hejmar dîsa 79 bû.
Herî kêm 8 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê.
Bi kêmanî 49 jin hevjîn, hevjînê berê û destgirtiyê wan ew birîndar kirine. 8 jin endamên malbatê ên weke kur û bav ew birîndar kirine. 7 jinên trans polîsan ew birîndar kirine. Du jin sîyasetmedar, 4 jin jî cîranê wan ew birîndar kirine.
Çapemeniyê nenivîsiye ku mêrên ku herî kêm 9 jin birîndar kirine nas in an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 18 jin birîndar kirin. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 61 jinan nenivîsiye.
Mêran derb li 54 jinan xistin û birîndar kirin. 9 jin bi çekên guleber birîndar kirin. Her weha 13 jin bi amûrên birînê birîndar kirine. Mêran du jin şewitand û hewldan jinekê jî bi revîne.
Mêran li nava malan 57 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 22 jin birîndar kirin.
Bajarên ku mêran tûndkarî li jinan kirine
Adana (2), Semsûr (1), Afyon (1), Aksaray (1), Ankara (2), Dîlok (2), Antalya (1), Aydın (1), Bartın (1), Bolu (3), Bursa (2), Denizli (1), Edirne (20), Eskişehir (1), Giresun (1), İstanbul (17), İzmir (3), Qers(1), Kayseri (2), Kocaeli (6), Kutahya (1), Manisa (2), Sakarya (1), Samsun (2), Şirnex (1), Trabzon (1), Riha (1), Uşak (1)
Pêvajoya hiqûqî
74 faîlên ku jin birîndar kirine hebûn. Tenê 9 faîl hatin girtin. Derbarê 28 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Du faîl piştî bûyerê revîn. 22 kes hatine desteserkirin. Faîlek bi şertê kontrola edlî serbest bû, faîlek xwe kuşt û faîlek jî serbest bû. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya herî kêm 10 faîlan nenivîsi.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Cotmehê de bi kêmanî 150 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 49 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn. Ji wan 25 jin welatiyên Tirkiyeyê nebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Adana (20), Aydın (18), Bursa (23), İstanbul (14), İzmir (19), Mersin (14), Muğla (16), Nevşehir (6), Sinop (4), Trabzon (12), Yalova (4)
Pêvajoya hiqûqî
96 faîl hebûn. Ji wan 61 hatin girtin. 27 faîl hatin desteserkirin. 8 faîl jî serbest bûn.
(EMK/AY)







