
Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Cotmehê de bi kêmanî 20 jin kuştin. Mêran, herî kêm 3 mêrên ku li gel jinan bûn jî kuştin.
Mêran tundkarî bi kêmanî li 45 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 9 zarokên keç û kur kirin, bi kêmanî 7 jin tacîz kirin. Her weha mêran di meha Cotmehê de 45 jin neçarî karkeriya seksê kirin.
Mêran di 10 mehên destpêkê ên sala 2026an de 242 jin kuştin.
Saziyên çapemeniyê di meha Cotmehê de ji bo mirinên 32 jinan û 9 zarokan gotine “mirinên bigûman” e.
Ji bo hemû raporên tûndkariya mêran yên bianetê bitikîne
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatine
Aksaray (1), Dîlok (1), Antalya (2), Aydın (2), Êlih (1), Burdur (2), Erzingan (1), Erzîrom (1), Giresun (1), Colemêrg(1), Stenbol (2), Kastamonu (2), Kocaeli (1), Meletî (1), Mêrdîn (2), Mereş (1), Mersin (2), Mugla (2), Nigde (1), Sakarya (1), Sêrt (1), Riha (1), Zonguldak (2)
Bajarên ku mirinên zarokan ên bigûman lê pêk hatine
Semsûr (1), Amasya (1), Dîlok (1), Ankara (1), Aydın (1), Denizli (1), Mereş (1), Riha (2)
Daneyên tundkariya mêran yên 2026an
Di deh mehên destpêkê ên sala 2026an de mêran, 242 jin kuştin, tacîz li 167 jinan kirin, 184 zarok îstîsmar kirin, tundkarî li 492 jinan kirin, tecawiz li 15 jinan kirin. Mêran bi kêmanî 916 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Çapemeniyê ji bo mirina 404 jinan gotiye, "bigûman e". Mêran bi kêmanî 17 zarok kuştine.
Kuştin
Mêran di meha Cotmehê de bi kêmanî 20 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 22 bû.
Jinên ku mêran ew di Cotmehê de kuştin
Aleyna A., Asiye İ., Asiye K., Asliye A., Aynur Ekici, Canan Yıldırım, Ebru Serep, Elif K., Emel Bozkuş, Fadime Akbal, Füsun Yuluğural, Gökçe Alkan, Gülşah Oktay, Kumsal Kayan, Melek A., Özge Penbegül, Perihan A., Pınar Güneş, Sevda Dinler, Vennaz E.
Bajarên ku mêran jin lê kuştin
Adana (1), Ankara (2), Antalya (1), Aydın (3), Bursa (2), Erzîrom (1), İzmir (3), Kırklareli (1), Kocaeli (1), Konya (2), Meletî (1), Osmaniye (1), Trabzon (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 10 jin kuştin. Jinekê jî ji ber ku nexwestiye bibe destgirtî meran ew kuştin.
Her weha çapemeniyê “hêcata” kuştina 9 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 15 jin kuştine. Endamên malbatê yên weke bav/kur, nevî 4 jin kuştin. Jinekê cîranê wê ew kuşt.
Mêran 10 jin li nava malan, 10 jin jî li qadên derveyî malan kuştine.
Mêran bi çekên guleber 14 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 2 jin kuştine. Mêran 2 jin bi şewitandinê û du jin jî bi lêdanê kuştin.
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 25 faîl hebûn ku jin kuştine. 17 faîl hatin girtin, 6 faîlan xwe kuştin. Faîlek hat desteserkirin û çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye.
Tacîz
Mêran di meha Cotmeha 2026an de herî kêm tacîz li 7 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar 14 bû.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan, mixaze, wesayîtê cemaweriyê û nexweşxane tacîz li 6 jinan kirin. Mêran li nava malê jinekê tacîz kir.
Dersdêr, rêwî û karmendê nexweşxaneyê tacîz li 3 jinan kirin. Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka merê ku 3 jin tacîz kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Adana (1), Aydın (2), İstanbul (2), İzmir (1), Kocaeli (1).
Pêvajoya hiqûqî
12 faîl hebûn ku jin tacîz kirin. 8 faîl hatin girtin û derbarê faîlek de lêpirsîn hat destpêkirin. Faîlek hat desteserkirin. Du faîl serbest bûn.
Êrişa zayendî / Tecawiz
Li gorî daneyên k udi medyayê de cih digirin, di Cotmehê de mêran tecawiz li jinekê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 2 bû.
Jinekê xizmê wê tecawiz lê kiriye.
Mêran li nava malan tecawiz li jinekê kiriye û ew jin astengdar bûye.
Bajarê ku tecawiz lê pêk hatiye
Samsun (1).
Pêvajoya Hiqûqî
Faîlek hebû ku tecawiz li jinekê kiriye ew jî hate girtin.
Îstismara li zarokan
Mêran di meha Cotmehê de îstîsmar bi kêmanî li 9 zarokên keç û kur kirin. Par ev hejmar di heman mehê de dîsa 14 bû.
Zarokek bavê wê, zarokek xizmê wê zarokek fermanber, zarokek xebatkarê qursa quranê, zarokek xwediyê markete û du zarok jî xebatkarên nexweşxaneyê ew îstismar kirin.
Bajarên ku mêran lê îstismar li zarokan kirine
Adana (1), Aydın (1), İstanbul (1), Sakarya (2), Riha (4).
Pajêvoya hiqûqî
25 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. 5 faîl hatin girtin. 17 faîl hatin desteserkirin. Derbarê 2 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Faîlek serbest bû.
Tundkarî / Birîndarkirin
Mêran di meha Cotmehê de bi kêmanî 45 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 79 bû.
Herî kêm 6 jin bi birîndarî rakirin nexweşxaneyê. Bi kêmanî 37 jin hevjîn, hevjînê berê û destgirtiyê wan ew birîndar kirine. Jinekê zavayê wê, jinekê birayê wê, jinekê hevalê wê, jinekê mişteriyê wê, jinekê patronê wê ew birîndar kiriye.
Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku herî kêm 3 jin birîndar kirine nas e an ne nas e.
Mêran, ji ber ku “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 5 jin birîndar kirin. Çapemeniyê hêceta birîndarkirina 39 jinan nenivîsiye.
Mêran herî kêm 36 jin bi lêdanê birîndar kirin. Her weha 8 jin bi amûrên birînê birîndar kirine. Mêran jinekê ji şaneşînê avêtiye û ew birîndar kiriye.
Mêran li nava malan 34 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 11 jin birîndar kirin.
Bajarên ku mêran tûndkarî lê li jinan kirine
Adana (2), Antalya (2), Dîlok (2), Aydın (2), Bursa (2), Edirne (23), Eskişehir (1), İstanbul (2), İzmir (1), Kocaeli (2), Meletî (3), Mereş (1), Ordu (1), Zonguldak (1).
Pêvajoya hiqûqî
44 faîl hebûn ku jin birîndar kirine. Tenê 8 faîl hatin girtin. Derbarê 27 faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. 4 kes hatine desteserkirin. 2 faîl serbest bûn û 2 faîlan jî xwe kuştin. Her weha çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek nenivîsiye.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Cotmehê de bi kêmanî 45 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 150 bû. Di nav wan de zarok jî hebûn. 10 jin hemwelatiyê Tirkiyeyê nebûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Eskişehir (19), Konya (10), Nevşehir (16)
Pêvajoya hiqûqî
Herî kêm 50 faîlên mêr hebûn ku jin neçarî karkeriya seksê kirin. 19 faîl hatin girtin û 29 faîl hatin desteserkirin. Du faîl serbest bûn.
(EMK/AY)







