Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor agahiyên bianetê ji nûçeyên li rojnameyên neteweyî û herêmî, ji malper û ajansan berhev kirîn mêran di meha Çiriya Paşiyê de ya kêm 22 jin û bebikek kuştine.
Mêran tûndkarî li zarokekê kiriye, taciz li ya kêm 8 jinan kiriye, bi zorê karê seksê li jinekê daye kirin.
Mêran, di Çiriya paşiyê de tecawiz li çar jinan kiriye, îstismara cinsî li ya kêm 32 zarokên keç û sê zarokên kur kirine. Mêran ya kêm tûndkarî li 23 jinan kiriye. Mêrên ku jin kuştine herweha sê mêrên li nik wan jinan jî kuştine.
Ji bilî van bûyerên kuştinê sê jin jî mirine ku guman heye ew hatibin kuştin. Jinekê xwe kuştiye û mêran hewil dane du jinan bikujin.
di Çiriya Paşiyê de failê kuştina jinekê hatiye eşkerekirin.
Mêran di deh mehên destpêkê yên sala 2018ê de, ya kêm 225 jin û 16 zarok kuştine. Hinek ji wan zarokên hatîn kuştin bebik bûne. Mêran tecawiz li 58 jinan û taciz li 177 jinan kiriye. Mêran bi zorê karê seksê li 469 jinan kiriye û îstismara cinsî li 338 zarokên keç kiriye. Mêran di van 10 mehan de 364 jin birîndar kirine.
Kuştin
Mêran di Çiriya Paşiyê de 22 jin kuştine . Li Çanakkaleyê mêrekê keça xwe ya sal û nîvî hingavtiye û bi vî awayî kuştiye.
Ji sedî 54ê jinên hatîn kuştin ji ber ku xwestine ji mêran cida bibin hatine kuştin. Mêran 12 jin ji ber ku wan xwestiye cida bibe kuştine, jinekê nexwestiye bi mêrekî re dansê bike wî mêrî ew kuştiye, sê jin jî bi hêceta hesûdiyê hatine kuştin.
Bajarên ku jin lê hatine kuştin ev in:
Edene (1), Enqere (2), Antalya (2), Dîlok (1), Bursa (1), Çanakkale (1), Denizli (1) Amed (2), Hatay (1), Isparta(1), Stenbol (1), Kayseri (1), Maraş (2), Mêrsîn (1), Samsun (1), Tokat (1), Trabzon (1), Urfa (1).
Aliyên rayedar ji bo du jinan biryara parastinê û ji bo jinekê jî biryara jêdûrgirtinê daye digel wê yekê jî mêran ew kuştine.
Mêrê jinekê bi awayekê sîstematîk tûndkarî li wê kiriye. Jinê 15 caran giliya mêrî kiriye, ti tedbîr nehatine girtin û jin hatiye kuştin.
Ji sedî 50yê jinên hatîn kuştin mêrê wan ew kuştine. Ji sedî 13ê jinên hatîn kuştin jî yarên wan ew kuştine.
Mêrekê jinkuj leşkerekê berê bûye.
Ji sedî 72 jinên hatîn kuştin bi çekên gulexwer hatine kuştin. Mêran 22 jin kuştine. Mêran 16 jin ji wan bi çekên gulexwer, sê bi kêran, yek bi şalogê, yek bi hingavtinê û yek jî bi xeniqandinê kuştine.
Ji sedî 50yê jinên hatîn kuştin li derve ji sedî 45ê jinên hatîn kuştin li malan hatine kuştin. 11 jin li cihên civakî yên wek bazarên girtî, kolan û otoparkan hatine kuştin, 10 jin di malan de hatine kuştin.
Yek ji jinên hatîn kuştin welatiya Qazakistanê bûye.
Sê jinên hatîn kuştin dema ji 18 saliyê biçûktir zewicîne. Navê jineka hatî kuştin li nûçeyan nehatiye nivîsîn.
Navê jinên hatîn kuştin ev in:
Cemile E., Cemile Kılavur, Emine A., Emine Çakır, Emine D., F.G, Günay Torun, Hanife Babayiğit, Hatice Korkmaz, Merve Özcan, Nailli Nutfilliana, Pakize Çiftçi, Rahime Gencer, Samiye Ö., Sedef Şen, Sezen Serpil, Sibel Akpınar, Songül Güleçyüz, Vildan Nerede, Zahide Oğuz, Ziynet Terzi.*
Kuştina zarokan
Li Çanakkaleyê F.Ayê 32 salî keça xwe ya sal û nîvî E.A. hingavtiye û bi vî awayî kuştiye.
Pêvajoya hiqûqî
Sê failan xwe kuştine, sê reviyane, çar teslîm bûne, sê hatine girtin. Du fail hatine desteserkirin. Ji bo dozekê dadgehekê biryara nehînîbûnê daye.
Tecawiz
Mêran di Çiriya Paşiyê de tecawiz li çar jinan kiriye.
Yek ji failan mêrê jinekê bûye ku tecawiz lê kiriye. Bavê jinekê û nasê jinekê tecawiz lê kiriye. Mêrek ji dizî ve çûye mala jinekê û tecawiz lê kiriye.
Bajarên tecawiz lê hatiye kirin:
Bolu (2), Bursa (1), Kocaeli (1)
Pêvajoya hiqûqî
Du mêrên fail hatine girtin, aliyên peywendîdar biryara girtinê ji bo kesekî daye.
Karê seksê yê bi zorê
Li Muglayê bi darê zorê karê seksê li jinekê hatiye kirin.
Pêvajoya hiqûqî
Yek ji failan dayika jinekê bûye ku karê seksê bi zorê lê dida kirin yek jî birayê jinekê bûye ku ew kar lê dida kirin.
Taciz
Di meha Çiriya Paşiyê ya 2018an de mêran herî kêm taciz li 8 jinan kiriye. Jineka ji wan a bi navê N.S. hemwelatiyê Taylandê bûye.
Bajarên ku bûyerên taciz lê hatiye kirin ev in:
Ankara (1), Antalya (1), Eskişehir (1), İstanbul (2), Kocaeli (1), Samsun (1), Trabzon (1).
Ji failan yek bavê jinekê ye. Hatiye aşkere kirin, bavê keçikê demeke dirêj bi şêweyeke sîstematîk taciz lê kiriye.
Ji failan yek dersdêr bûye.
Pêvajoya Hiqûqî
2 fail hatine girtin û 2 jî hatine desteserkirin. 3 faîlan pêştir bi mebesta tecîzkirina jinan hatiye girtin û piştre hatine berdan.
Îstîsmara Zarokan
Mêran herî kêm li 32 zarokên keç û 3yên kur îstîsmara cînsî kiriye.
Bajarên ku îstîsmara zarokan lê hatiye kirin ev in:
Antalya (5), Stenbol(2), Mêrdîn (3), Muğla (23), Zonguldak (1)
Pêvajoya Hiqûqî
5 faîl hatiye girtin û 2 faîl jî hatiye berdan. Yek jî ji fermanberiyê tê dûrxistin.
Tundkarî-Brîndarkirin
Di Çiriya Paşiyê de mêran ya kêm 23 jin brîndar kirine. Ji sedî 56ê jinan ji aliyê mêrên wan ve ji sedî 13ê jinan jî ji aliyê yarên wan ve hatine brîndarkirin.
Kurên 2 jinan, mêrên 13 jinan, yarên 2 jinan yên berê, yarên 3 jinan û bavê jinekê ew birîndar kirine.
Bajarên ku tundkariya mêran tê de rûdaye ev in:
Adana (2), Semsûr (2), Afyon (1), Antalya (1), Aydın (1), Bilecik (1), Çorum (1), Denizli (1), Amed (1), Edirne (1), İstanbul (3), Kırıkkale (1), Kilis (1), Muğla (1), Samsun (3), Trabzon (2)
Ya kêm 19 bûyerên tûndkariyê di malan de û 2 jî di kolanan de pêk hatine.
3 jinan serî li dozgeriyên ku li navçeyên ku lê dijîn didin û biryara dûrxistina mêran derxistiye. Jinek ji wan daxwaza biryara parastinê kiriye û aşkere bûye ku dozgeriye ev daxwaz pesend nekiriye.
Yek ji jinan Îranî bûye. Yek ji mêrên tûndkarî kirî xebatkarê dewletê ye.
Pêvajoya Hiqûqî
3 fail bi kontrola edlî hatine berdan, kesekî 3 meh cezaya dûrxistinê xweriye, yek hatiye girtin û li ser yekî, bi mebesta brîndarkirina sivik jî doz hatiye vekirin. Ji bo 2 faîlan lêpirsîn hatiye destpêkirin. 2 faîl li cihê bûyera hatiye desteserkirin û 2 faîl jî direve.
(EMK/AY/MB)