Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirin, mêran di meha Adarê de bi kêmanî 24 jin û 3 zarok kuştin.
Saziyên çapemeniyê di meha Adarê de ji bo mirinên 31 jinan gotine “mirinên bigûman”.
Mêran di sê mehên destpêkê yên salê de 89 jin kuştin
Bajarên ku mirinên jinan ên bigûman lê pêk hatin
Antalya (5), Çorum (1), Burdur (1), Bursa (2), Denizli (1), Edirne (1), Isparta (2), Stenbol (3), Karabuk (2), Kayseri (1), Kocaeli (2), Meletî (1), Muğla (1), Samsun (3), Şirnex (1), Trabzon (2), Zonguldak (2).
Mêran tundkarî bi kêmanî li 43 jinan kirin, îstîsmar bi kêmanî li 15 zarokên keç û kur kiriye, bi kêmanî 8 jin tacîz kirine.
Mêran di meha Adarê de 51 jin neçarî karkeriya sekse kirin. Mêran bi kêmanî gefa kuştinê li 16 jinan xwarin.
Di Adarê de çapemeniyê tu bûyerên tecawizê nenivîsiye lê ev nayê wê wateyê ku tu bûyerên tecawizê çênebûne.
Li Edeneyê jinekê mafê xwe yê rewa bikaranî: Hevjînê xwe yê bi navê Ugur İ. ku di qonaxa cihêbûnê de bûne ji ber ku gefa kuştinê li wê kurê wê xwariyê bi çeke kuşt. Ew jin hat girtin.
Cenazeye jinekê li Dîlokê li tenişt rê hat dîtîn.
Kuştin
Mêran di meha Adarê de bi kêmanî 24 jin kuştin; par di heman mehê de ev hejmar 23 bû.
Mêran her weha bi kêmanî ji mêrên li ba jinan bûn jê pênc kuştin.
Mêran digel biryara parastinê, herî kêm çar jin kuştin. Mêrên ku jin kuştin jê yek polîs û yek jî efser bûye.
Jinên ku mêran ew di Adarê de kuştin
Antika A., Asude Helen B., Ayşe İ., Canan K., Derya Ç., Duygu C., Emine Ö., Esra U., Esra Yılmaz, Feray Balkan, Gülhan Esen, Hüsna F., İlayda Alkan, İpek T., İrem Falay, Kadriye B. , Mervegül Bayer , Naile Y., Neşe G., Sabiha Ç., Serap Y., Sibel Kavıllı, Zahide Y., Zeynep B.
Bajarên ku mêran ew kuştin
Adana (1), Semsûr (1), Ankara (2), Antalya (1), Êlih (1), Bedlîs (1), Çanakkale (1), Erzîrom (2), Stenbol (7), İzmir (3), Kocaeli (1), Kutahya(1), Mersin (1), Mugla (1).
Mêran ji bo ku “xwestine veqetin / nexwestine li hev bên” 14 jin, du jin jî ji ber “hesûdiyê” kuştine. Çapemeniyê “hêcata” kuştina 8 jinan nenivîsiye.
Hevjîn û destgirtiyan bi kêmanî 19 jin, bavan, neviyan an jî endamên malbatê yên din 4 jin kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku jinek kuştiye nas e an ne nas e.
Mêran bi çekên guleber 14 jin, bi amûrên birînê yên weke kêr û birekê 10 jin kuştine.
Mêran 6 jin li kolan, daristan ango qadên civakî, 18 jin jî li nava malan kuştin.
Pêvajoya hiqûqî
24 faîl hebûn ku jin kuştin. Bi tenê 6 faîl hatin girtin. 6 faîlan xwe kuştin. Bi kêmanî 8 faîl hatin desteserkirin. Derbarê faîlek de lêpirsîn hat destpêkirin û faîlek jî revîye. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya faîlek jî nenivîsiye.
Kuştina zarokan
Mêran di meha Adarê de 3 zarok kuştin. Par di mehan mehê de ev hejmar çar bû. Du zarok bavê wan, zarokek hevalê wê yê mêr ew kuşt.
Mêran zarok bi çekên guleber kuşt.
Bajarên ku mêran zarok lê kuştine
Aydın (1), Kutahya (1), Wan (1).
Zarokên ku mêran ew kuştine
Ömür Arslan, Kadem Can Ç., bitikek ku navê wê nehatiye zanîn.
Pêvajoya hiqûqî
Sê faîl hebûn ku zarok kuştine. Faîlek hat girtin. Du faîlan jî xwe kuştin.
Tacîz
Mêran di meha Adara 2024an de herî kêm tacîz li 8 jinan kirine. Par di heman mehê de ev hijmar du bû.
Mêran heşt jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Ji bûyerên tacîzê jê du sistematik bûn.
Mêran li qadên derveyî mal yên weke kolan û şeqam tacîz li jinan kirine.
Rêvebirê dibistanê jinekê, akademisyen sê jin tacîz kir. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrê ku tacîz li çar jinan kirine nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye
Aydın (1), Çanakkale (3), İstanbul (1), Kırklareli (1), Mêrdîn (1), Sakarya (1).
Pêvajoya hiqûqî
Şeş faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Jê yek hat girtin, yek hat desteserkirin. Derbarê du faîlan de lêpirsîn hat destpêkirin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan nenivîsiye.
Îstîsmara li zarokan
Mêran di meha Adarê de îstîsmar bi kêmanî li 15 zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 14 bû.
Mêran zarok li qadên derveyî malê îstismar kirine.
Sê zarok, antrenorê sporê, zarokek xizmê wê, 3 zarok midûrê dibistanê, zarokek avfiroşê taxê, zarokek mela, zarokek çawîşê pispor, zarokek patronê wê û zarokek jî cîranê wê ew îstismar kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye bê mêrê ku îstismar li sê zarokan kiriye nas e an ne nas e.
Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine
Adana (2), Çorum (1), Stenbol (2), İzmir (1), Konya (1), Meletî (1), Mereş (3), Mersin (3), Tokat (1).
Pêvajoya hiqûqî
11 faîl hebûn ku îstismar li zarokan kirine. Ji wan 10 faîl hatin girtin. Yek jî hat desteserkirin.
Êrîşa zayendî/Tecawiz
Di Adarê de çapemeniyê tu bûyerên tecawizê nenivîsiye lê ev nayê wê wateyê ku tu bûyerên tecawizê çênebûne.
Tundkarî/Birîndarkirin
Mêran di meha Adarê de bi kêmanî 43 jin birîndar kirin. Par di heman mehê de ev hejmar 66 bû. Bi kêmanî şeş jin bi giranî birîndar bûn û ew birin nexweşxaneyan. Digel biryarên parastinê jî mêran şeş jin birîndar kirin.
Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kir
Antalya (2), Bursa (1), Denizli (1), Edirne (22), Stenbol (6), İzmir (1), Kayseri (4), Mêrdin (1), Sakarya (1), Samsun (1), Riha (1), Uşak (1), Wan (1).
Mêran, ji ber “nexwestine li hev bên, xwestine veqetin” bi kêmanî 18 jin, sê jî ji ber “hesûdiyê” birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran 22 jin ji ber çi birîndar kirin.
Mêran derb li 34 jinan xistin û birîndar kirin. Bi kêr û yên mîna wan çar jin û bi çekên guleber du jin birîndar kirin. Mêran sê jin jî şewitand..
Mêran li nava malan 27 jin, li nava wesayitên guhastinê yên cemawerî, kolan ango li derveyî malan 14 jin birîndar kirin. Çapemeniyê nenivîsî bê ka mêran li ku du jin birîndar kirin.
Pêvajoya hiqûqî
Bi kêmanî 40 mêrên faîl hebûn. Bi tenê çar ji wan hatin girtin. Çapemeniyê ji bo pêvajoya hiqûqî ya sê faîlan gotiye “revine”. Du faîlan xwe kuştin. Derbarê 23 faîlande lêpirsîn hat destpêkirin. Pênc faîl hatin desteserkirin. Çapemeniyê derbarê pêvajoya hiqûqî ya du faîlan de ti zanyarî neweşand.
Karkeriya seksê ya mecbûrî
Mêran di meha Adarê de bi kêmanî 51 jin neçarî karkeriye seksê kirin.Di nav wan de zarok jî hebûn. Par di heman mehê de ev hejmar 102 bû. 10 ji wan ne welatiyên Tirkiyeyê bûn.
Bajarên ku jin lê neçarî karkeriya seksê kirin
Ankara (11), Aydın (4), Antalya (13), Bursa (5), Denizli (2), Edirne (1), Eskişehir (3), İzmir (7), Manisa (3), Osmaniye (2).
Pêvajoya hiqûqî
48 faîl hebûn ku jin neçarî karkeriya sekse kirin. 35 faîl hatin girtin, 12 faîl desteser kirin. Derbarê faîlek de lêpirsîn hat destpêkirin.
(EMK/AY)