Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirine; mêran, di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2023yan û 21ê Çiriya Paşiyê ya 2023yan de li gelek bajarên Tirkiyeyê, ango di 324 rojan de, herî hindik 289 jin kuştin.
13 jinên ku mêran ew kuştin, koçber bûbûn û hatibûn Tirkiyeyê.
Çapeminiyê ji bo mirinên bi kêmanî 228 jinan ên di heman demê de pêk hatine, gotiye “bigûman” e.
Daneyên tundkariya mêran ên 10 salên dawiyê
Mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2013an û 21ê Çiriya Paşiyê ya 2023yan de bi kêmanî 3 hezar û 151 jin kuştin, 6 hezar û 5 jin birîndar kirin.
Kuştin: 3151
Tundkarî: 6005
Kuştina zarokan: 208
Îstismar: 2246
Tecawiz: 937
Bigûman: 979
Tacîz: 2372
Neçarkirina karkeriya seksê: 3622
Daneyên tundkariya mêran ên sala 2023yan
Li gorî ku çapemeniyê nivîsandiye, di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û – 21ê Çiriya Paşiyê de, mêran 288 jin kuştin, tacîz li 350 jinan kir, îstîsmar li 116 zarokan kir, tundkarî li 681 jinan kir, tecawizî 16 jinan kir. Mêran bi kêmanî 336 jin neçarî karkeriya seksê kirin. Mirina 228 jinan di çapemeniyê de weke “mirina bigûman” hatiye nivîsîn. Mêran bi kemanî 23 zarok kuştin.
Kê jin kuştin?
Hevjîn, hevjîn/destgirtiyê berê yê 186 jinan ew kuştin. Bav, bira, kur ango endamên din ên malbatan 50 jin kuştin.
Heval/hevkarên 17 jinan, zavayên heşt jinan, cîranên neh jinan ew kuştin. Kurê kesekî/e li ba wê dixebitî jinek kuştiy, xizmên çar jinan ew kuştin. Çapemeniyê nenivîsiya bê ka 13 jin û mêrên ew kuştine hev nas dikin an na
Mêran jin çawa / bi çi kuştin?
Mêran 165 jin bi çekên guleber, 92 jin bi kêr û yên mîna wan, 11 jin fetisandin û kuştin. Derb li şeş jinan dan û ew kuştin. 5 jin jî ji şaneşînan avêtin û kuştin.
Mêran sê jin şewitandin, du jin bi beran an jî bi wesayitê pêl li wan kirin û ew kuştin. Çapemeniyê çawaniya kuştina çar jinan nenevîsiye.
Mêran jin li ku kuştin?
Mêran 72 jin li kolan, odeyên otelan, park, daristan ango li derveyî malan kuştin. 199 jin jî li nava malan kuştin. Çapemeniyê nenivisiye bê ka mêran 17 jin li ku ku kuştin.
Mêran jin bi kîjan “mahneyan” kuştin?
Mêran ji ber nexwestine li hev bên, xwestine veqetin bi kêmanî 87 jin kuştin.
Bi kêmanî 10 jin ji ber “hesûdiyê”, 7 jin jî pêdiviyên ekonomîk kirin hincet û kuştin.
Mêran jinek ji ber “dilê wî xwestiye”, jinek ji ber “dêya wî nenêriye”, jinek jî ji ber “êşê” kuştin. Mêran çar jin jî ji ber “qerebalixî kiriye” kuştin. Çapemeniyê sedema ku mêran 177 jin kuştine nenivîsiye.
Pêvajoya Hiqûqî
Herî kêm 286 faîl hene ku jin kuştine. Hin mêran ji yekê zêdetir jin kuştine.
105 faîl hatin girtin. 78 faîl hatin desteserkirin. 67 faîlan xwe kuştin. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 16 faîlan weke “revîne” nivîsiye û ya 29 faîlan nenivîsiye. Her weha faîlek serbest bû.
Ji 5ê Kanûna Paşiya 2020an û vir ve agahî ji xwendekara Zanîngeha Munzûrê Gulîstan Dokûyê nayê girtin.
Li gorî rapora tûndkariya mêran ya ku bianet amade dike, hurgiliyên derketine pêş ên derbarê kuştinên ku di encama tundkariya mêran de yên di navbera 1ê Kanûna Paşiyê û 23ê Çiriya Paşiya 2022an de rû dane weha ye:
Kanûna Paşiyê
*Meran tevî biryara parastinê herî kêm 6 jin kuştin. Yek ji jinên ku ji aliyê mêran ve hatiye kuştin trans bû.
Sibat
*Piştî êşên mezin ên di erdhejên 6ê Sibatê de hatin jiyîn, em dibînin ku bûyerên tûndkariya mêran di çapemeniyê de cih nagirin.
*Meran tevî biryara parastinê herî kêm du jin kuştin.
Adar
*Meran tevî biryara parastinê herî kêm 4 jin kuştin.
Nîsan
*Meran tevî biryara parastinê herî kêm 6 jin kuştin.
Gulan
*Meran tevî biryara parastinê herî kêm 3 jin kuştin. Astsûbayekî mêr jî jinekê kuşt.
Hezîran
*Meran tevî biryara parastinê herî kêm 4 jin kuşt. 4 jinên ku ji aliyê mêran ve hatin kuştin welatiyên Tirkmenistanê bûn.
Tîrmeh
*Li Mêrsînê kuştinek hat ronîkirin: Li Mêrsînê mêrê bi navê M.D., jina bi navê A.B. kuşt. Mêr hat girtin. Bûyer di 28ê Hezîranê de dema li gundekî cesedê jinekê hat dîtin derket holê. Hate hînbûn ku mêrê bi navê M.D. ji ber 41 sûcên cuda 35 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û ji girtîgehê reviyaye û 3 salan nasnameya kesekî din bikar aniye.
Tebax
*Yek ji jinên ji aliyê mêran ve hat kuştin welatiya Fransayê bû. Mêran tevî biryara parastinê herî kêm 4 jin kuştin.
Îlon
*Meran tevî biryara parastinê herî kêm 8 jin kuştin. Hin faîl (2) ji girtîgehê derketin û jin kuştin. Yek ji wan mêrên ku jin kuştine “cerdevan” û du jî “polîs” bûne.
Çiriya Pêşiyê
*Meran tevî biryara parastinê herî kêm 6 jin kuştin. Yek ji mêrên ku jin kuştine jê yek “polîs” bû. Yek ji wan jinan welatiya Gurcistanê bû.
Navê jinên ku mêran ew kuştine
Kanûna Paşiyê
Aslı Y., Aysun Ahnas, Ayşegül T., Ayşenur Akkurt, Bedriye E., Canan Ö. Canan S., Cansu Demirel, Dilara Gültay, Ecem Seçkin*, Emine E., Esengül K., Fadime Aç, Fatma E., Filiz Kaplan, Hülya Çetinkaya, Mine A., Muhbet C., N.U., Nevmiye Vural, Nurcan İnan, Pelin Sezer, S.Ü., Sema D., Sultan B., Sunay T., Şirvan G., Tuğçe C., Ummuhan Zerrin U., Ülkü Deniz E., Zerrin Büyük.
Sibat
Ayşegül Şimşek, B.G.T., Bahar Kırbaş, Cansu Güneş, Filiz A., Gülistan Y., Leyla Seyidova, Melis A., Sevim T., Sultan Duran, Yeter Zorba.
Adar
Arzu T., Aslı A., Aysel G., Canan B., Cemile K., D.R, Ebru Tekin, Elena S., Gaye G., Murat Atmaca, Muzaffer Ç., Rabia T., Sabriye K., Sultan S., Tuba A., Tülay Erşahin Y., Umida Tulyaganova, Yasemin Ö., Yeliz G., Zehra Çatal, Zeynep A., Zeynep F., Zülfiye D.
Nisan
Ayşe Mandal, Buket Y., Canan Çimen, Ebru G., Ebru Güneş, Emine T., Hanife Doymuş, Hatice Ö., M.K., Münevver Güneysu, Recibe K., Roza Göçmen, S.Ö., Sabiha G., Sakine S., Serap A., Serpil K., Sevim T., Sonay Gürsoy, Sudiye Akpınar, U.Ö., Yeşim A., Yeşim K., Zehra K.
Gulan
Ada U., Adanur A., Basra D., Burcu C., Ceylan S., Derya Ş. , Dilek Ö. , Dürdane K. , Ebru U., Emine Erdandoğdu, Esra A., Ezgi G., Fatma S. Fatma Uğur, Fincan K., Goncagül Ç., Gülay T., Hacer K., Hanife Burma, Hasret Çakır, Hatice B., İnaye Hellak, İptihel B., Jiyan B., Nazlı A., Nimet T., Saibe A., Semiha Bağ, Sevim Ç., Songül Ş., Sultan Kaya, Sümeyye Ergin, Şerife Yıldız, Tatiana A., Tuba A., Vezire E., Zeliha Temel, Zeynep Başaran.
Hezîran
Beyhan G., Bilge K., D.K., Dudu Y., Elena David, Fatma A., Fidan Bahçecioğlu, Gözde Vural, Gülkamar Hanimova, İpek Çiçek, Karbeyaz Ç., Laçin Geldiyazova, Leyla Geldiyazova, Mahi Aydos, Melek B., Mohri E., Mürüvvet Ç., Nermin Y., Nuriye A., Ö.B., Sevgi Ağı, Sinem A., Sultan E., Şengül K., Zeliha Y.
Tîrmeh
Aysel E., Büşra A., Dilan Y., Fatma A., Gamze D., Gönül Er, Gülten A., Hedra A., Kader Akşan, Kader G., Kübra Ö., Melek Baştürk, Merve Girişmek, Nazlı Şahin, Saime Şahin, Sema Ç., Semra Elmas, Sevinç A., Sultan Zencirci, Suzan Ç., Zehra Aysel Ç., Zübeyde T.
Tebax
Ayla O., Ayşe Çetin, Binnaz D., Büşra A., Deniz S., Derin S., Derya P., Elif B., Esma Kalanderli, Fatma Duygu Ö., Fatma S., Fouza Lounici, Gamze A., Gizem Kılınç, Gülfidan Öztürk, İklime B., Ivanna C., Leyla K., Melek Y., Merve Acar, Meryem Ç., N.A., Nalie S., Nazlı Duman, Nuket G., Safa R., Sümeyye Y., Şerife Başaran, Uygun İncirli, Yıldız Çınar, Züleyha A.
Îlon
Anastasia Emelianova, Ayfer Akbay, Ayşe A., Berno Adilova, Birsen T., Cansu Dönmez, Cemile G., Çiğdem Demir, Damla D., , Edanur Çoban, Emine Y., Ezgi Gülizar, Fatma Ö., Fatma Y., Fatoş Çetin, Gülseren G., Hatice Abdullah, Kızhanım D., Medine Y., Meliha Uludağ, Mislina Ölmez, Nadire G., Nazife Çetinkök, Nazik Bartan, Nazlı K., Nurgün Demir, Özlem K., Özlem Yürük, Peri D., Rebia Gül Arı, S.G., Saadet Ölmez, Sabriye B., Safiye Vardar, Semra Ö., Sıddıka A., Yeliz K., Zehra A., Zehra G., Zeliha A., Zeliha Ö., Zhala Baghırova.
Çiriya Pêşiyê
Ayfer Kaya, Aysel G. , Ayşe C., Bahriye Ş., Banesha Mamisheva, Beyzanur Kaya, D.T., Elvin Ö., Fulya Aslan, Hatice D., Münevver A., Nahide Şimşek, Radiye K., Sahra Y., Seda E., Sedanur Güven, Sema D., Serap, Şerife B., Tansu A., Züleyha A.
Çiriya Paşiyê
Atike Eroğlu, Ayan Mohomed Dhoba, Ayşe Acar, Aytan N., Çiğdem D., Devrim G., Doğa G., E.D., Fidan U., Filiz Çilingir, Hasibe S., Işıl Deniz P., Kezban G., Neşe K., Özlem Ülker, Pınar Bektaş, Sevgi T., Sevilay N., Zekiye E., Zeynep Özdemir.
(EMK/AY/FD)