Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de mêran 8 jin qetil kirin û jina ku berê ji aliyê mêrekî ve hatibû gulebarankirin mir.
Bûyerên tûndkariya mêran ên li Îzmîr, Bursa, Sakarya, Erzirom, Denîzlî û Stenbolê wiha ne:
• Li Pendîka Stenbolê Umît K. hevjîna xwe ya berê Sevîlay K. bi amûra birînê kuşt. K. hat desteserkirin.
• Li navçeya Akyaziyê ya Sakaryayê Alî Riza A. bi çekê Hatûn Ekrem A. ya ku di qonaxa cihêbûnê de bû kuşt.
• Mêrê Emîne Ûlkû Arazê li Çekmekoya Stenbolê ew kuşt.
• Li Îzmîrê Ozlem Çankaya ji aliyê destgirtiyê xwe yê berê ve hat kuştin.
• Li Bursayê Murat D. jina xwe ya berê Tuba Ateşci bi çekê kuşt.
• Li Samsata Semsûrê Kasım A. bi çekê hevjîna xwe Tuğba A., hevlingê xwe Abidin A. û Mustafa A. yê 9 salî kuşt.
• Li Denizliyê Nasım Gol Karimiya afganî di mala xwe de hat kuştin. Tê pêşbînî kirin ku mêrê wê ew kuştiye.
• Şafak S. di 19ê Sibatê de li Erziromê ji girtîgehê revîbû û bi çekê bera Elîf S.ê dabû û Elîf S. Piştre mir.
Daxuyaniya Meclîsa Jinan a TTB’ê:
“Di nava 2 rojan de 7 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, ev komkujiya jinan e! Tundkariya li dijî jinan pirsgirêkek tenduristiyê ya gel e. Gotinên ku dijminahiya jinan dike û bêcezatî tûndkariyê geş dike. Divê demildest Peymana Stenbolê bê pêkanîn û divê 6284 bi şêweyekî domdar bê bicihanîn! Dê kesekê din ji me kêm nebe!”
(EMK/AY)