Mêran di navbera 1ê Çileyê-20ê Mijdara 2016an de 236 jinan kuştin, tecawîzê 71 jinan kirin. 368 zarokên keç jî îstîsmar kirin.
%22ê jinan ji ber daxwaza hevberdanê/redkirina aştbûnê hatin kuştin.
%9ê cineyetan li derve li ber çavê her kesî hatin kirin.
%67ê jinan ji hêla partner/partnerê wanê berê ve hatin kuştin: 121 jin jî ji hêla hevser/destgirtiyên wan ve, 37 jin jî bi destê hevser/destgirtiyên wan ên berê ve hatin kuştin.
Herî kêm 368 zarok hatin îstîsmarkirin
Di nav 11 mehên 2016an de li dîjî 368 zarokên keç bûyerên îstîsmarkirinê di nûçeyên medyayê de cih girtin.
Li gorî nûçeyên navbera 1 Çile-20 Mijdara 2016an di medyayê de cih girtî, %55ê zarokên keç rastî îstîsmakirina cinsî ya mamosteyên xwe hatine. Piştî mamosteyan %7 faîlên destdirêjiya cinsî xebatkarên li dibistanan in. %6ê zarokên keç ji hêla xizmên xwe ve, %3.5ê wan jî ji hêla xwedî/xebarkarên market-bufe yên derdora dibistanan ve rastî îstîsmakirina cinsî hatin.
Herî kêm %13ê zarokên keç hatin tecawizkirin. %4ê wan bi bi wêne û peyamên cinsî ve rastî destdirêjiyê hatin. %5ê wan him bi fizikî him jî bi riya digîtalê hatin tacîzkirin.
%3ê zarokên keç ku hatine tacîzkirin, kêmendam bûn.
Di 368 bûyerên îstîsmarkirina cinsî de ji tenê 126 sûcdar hatin girtin. 18 mêr bi şertê dadkirina negirtî serbest hatin berdan. Wezîfekirina 3 mamosteyan hat sekinandin û mamosteyeke imam-hatipê jî tayînê ciheke din kirin.
%59ê bûyerên îstîsmarkirina cinsî li dibistanan pêk hatin. Ji bilî vê zarokên keç li derve, li malên ku bi zorê hatine birin, li wesayîtê ku bi zorê lê hatine siyarkirin, li kûrsxaneyan, otobûsan de û parkan hatin îstîsmarkirin.
(ÇT/YO)