Fotograf: Akşener li Saraçhaneyê beşdarî mîtînga 16ê Kanûna Pêşiye bûbû û piştgirî dabû Îmamoglûyî / Twitter, Meral Akşener
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berdevkê IYI Partiyê Kurşad Zorlûyî aşkere kir ku di hilbijartina herêmî de ew ê bi namzetên xwe beşdarî hilbijartina Enqere û Stenbolê bibin.
Zorlûyî li navenda partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist û got; “Em di nava amadekarî û hewldanên vê de ne. Piştî demeke kurt dema me ev xebatên xwe qedandin, em ê zanyariya wê bi gelê xwe re par ve bikin.”
Demeke berê Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşenerê li Afyonê di dema civîna partiya xwe de, gotibû “Em her yek bi serê xwe bikevin hilbijartina herêmî.” Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçeliyî li beramberî vê daxwaza Akşenerê gotibû ku ew vê bangê cidî nagirin: “Ti kesî bi deste wan kesan negirtiye ku dixwazin bi serê xwe bikevin hilbijartinê û kes derneketiye pêşiya wan.”
Kurşad Zorlûyî derbarê axavtina Bahçeliyî de jî hin nirxandin kir û diyar kir ku “Seroka me ya Giştî ev bang ji bo hemû partiyên siyasî kir. Em li bendê ne ku Birêz Erdogan jî derbarê vê mijarê de tiştekî bibêje. Armanca vê bangê, çareserkirina pirsgirêkên gelê tirk e.”
“Em ê li Enqere û Stenbolê namzetên xwe nîşan bidin”
Rojnamegeran di civînê de ji Zorlûyî pirsî ku gelo wê li beramberî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansûr Yavaşî namzetan nîşan bidin an na.
Zorlûyî di bersiva xwe de diyar kir ku wan tiştekî gelek zelal nîşan da û ew ê namzetên xwe derxin.
Di vê navberê de Sekreterê Giştî yê IYI Partiyê Ûgûr Poyrazî di 1ê Hezîranê de aşkere kirbû ku Tifaqa Gel belav bûye. Tifaqa Gel ji 6 partiyan pêk hatibû.
Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşenerê jî di 26ê Tebaxê de li Afyonê bêyî navê wî bide, Kemal Kiliçdaroglû rexne kiribû. (AEK/FD)