Fotograf: IYI Partî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Seroka Giştî ya IYI Partiyê Meral Akşenerê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û piştgirî daye wan rojnamegeran ku li herêma erdhejê kar dikin. Ji ber azadiya xweîfadekirinê asteng dike Akşenerê rexne li hikûmetê kiriye.
Akşenerê diyar kiriye ku gelê Tirkiyeyê bi rojan e hewl dide tiştên li herêma erdhejê hîn bibe û gotiye, desthilatdar amadekariya dike ku bi destê RTUKê cezayan li kanalan bibire.
Meral Akşenerê bi van gotinan behsa medyaya azad kiriye: “Nûçe ne sûc in, rojekê wê pêwîstiya her kesî ji medyaya azad çêbibe.”
“Canên me li bendê ne dewlet destê xwe dirêjî wan bike, lê desthilata dewletê birêve dibe, bi rêya Saziya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) hewl dide midaxeleyê li vî mafê gelê me bike.
“Nûçe ne sûc in. Birêz Serokomar dibêje ‘karesata sedsalê’, ne sûc e ku zanyariyên derbarê vê êşê de, rewşa karesatê ji gelê me re ragihînin, pir pir diyarkirina rewşê ye.” (HA/FD)