Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Piştî îtîraza parêzerên Meltem Oktay û Ûgûr Akgulî dadgehê biryara her du rojnamegeran daye û rojnameger ji girtîgehê derketine. Oktay û Akgul nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bûn ku ajans di sala 2016ê de bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê (KHK) De a bi hejmara 675ê hatibû girtin.
Nûçeyên Ûgûr Akgulî yên di dema qedexeya derketina derve de wekî hinceta girtina wî hatibûn nîşandan û 2 sal û 6 meh cezayê girtinê lê hatibû birîn. Akgul ji 8ê Tebaxa 2018ê ve di Girtîgeha Cureya Eyê ya Mêrdînê de girtî bû.
Meltem Oktay, dema li Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina derve hebû, bi hinceta “propagandaya rêxistina terorê kiriye” 2 sal û 4 meh ceza lê hatibû birîn. Piştî Dadgeha Bilind cezayê wê pesend kiribû, di sala 2017ê ve cara duyemîn hatibû girtin. Oktay jî piştî îtîraza parêzerê wê ji Girtîgeha Jinan a Gebzeyê hatiye berdan. (HA/GN/FD)
Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê
* Gernas Nenasî ev nûçe wergerandiye