Lîstikvan Melî Bendelî bi tohmeta “mistehceniyê” hatibû girtin. Bendelî hate berdan. Bendelî piştî serbestbûna xwe di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de da zanîn ku ew baş e.
Lîstikvan Melî Bendelî, di çarçoveya operasyonên meha borî hatibûn lidarxistin de hatibû desteserkirin û bi sûcê “mistehceniyê” jî hatibû girtin.
Bendeliya ku ji girtîgehê hate berdan, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got, “Ez hatim berdan, ji bo kesên ku xem dixwin, xem nekin, ez baş im.”
Derbarê Melî Bendeliyê de
Melî Bendelî di lîstikên şano, sînema û di berhemên televizyonê de rol girt. Li televizyonê bi taybetî bi karakterê Timsah Celil ku di rêzefîlma “Çukur” de lîstibû ku ji aliyê girseveke berfireh a temaşevanan ve hate naskirin.
Bendelî, piştî ku nasnameya xwe ya trans bi raya giştî re parve kir, derbarê wê cudakariya ku di sektora lîstikvaniyê de pê re rû bi rû mayî de jî daxuyaniyên cihêreng dan. Wê berê gotibû ku tevî ku hevdîtinên wê yên ji bo rêzefîlma “Şahmaran” bi erênî diçûn, ji ber nasnameya xwe ya trans ji projeyê hatiye derxistin. Ev ezmûn di nava mînakên cudakariya ku LGBTI+ di qada çand-hunerê de pê re rû bi rû dimînin de jî hate tomarkirin.
(EMK/AY)






