Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meksîka di warê rojnamegeriyê de weke yek ji welatên herî xeternak yên cîhanê tê zanîn. Li wî welatî rojnamegerekî din hatiye kuştin.
Luis Enrique Rodrîgez, dîrektorê damezrîner yê Fuentes Fidedignasê ye û kunciknivîsê El Debateyê ye. Termê Ramîrezî di sibeha Pêncşema 5ê Gulanê de li Culiacana serbi eyaleta Sînaloayê hatiye dîtin.
Dozgerê Sînaloayê Sara Qûînonez li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek daye û diyar kiriye ku wan piştrast kirine ku cesedê li ser rê hatiye dîtin yê Ramîrezê 59 salî ye.
Dozger Qûînonezê li ser kuştinê bi berfirehî agahî nedaye û lê belê soz daye ku ji bo ronîkirina rastiya kuştina Ramîrez bixebite.
Ramîrez di dema karîyera xwe de du pirtûk nivîsandiye û rojnamevanek bûye ku hem di asta eyaletê de hem jî di asta neteweyî de 14 xelat stendibû.
Ramîrez ku zêdeyî 40 sal in rojnamevaniyê dike, tevî El Financiero, El Nacional û La Jornada di mezintirîn dezgehên çapemeniyê yên neteweyî yên Meksîkayê de xebitî bû.
Ji sala 2000î heta niha 152 rojnameger hatine kuştin
Li Meksîkayê ji sersalê heta niha bi kuştina rojnameger Luis Enrique Ramîrezî re hejmara rojnamegerên hatine kuştin derketiye 9an. Heştên din jî ev in: José Luis Gamboa, Margarito Martínez, Lourdes Maldonado, Roberto Toledo, Heber López, Jorge Luis Camero, Juan Carlos Muñiz û Armando Linares.
Ji sala 2000î heta niha li wî welatî 152 rojnameger hatine kuştin. Ji wan 140 mêr û 12 jî jin bûne.
Meksîka, di Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya RSFê de di nava 180 welatan de di rêza 143an de ye.
(HA/AY)