Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Xebatên projeya peysajê yên li Avzêmên Mûnzûrê dest pê kirine ku ew avzêm li Pilûra navçeya Dêrsimê ne û ji bo elewîyan cihên pîroz in.
Digel hemû bertekên civak û sazgehên elewîyan û komeleyên herêmê, şeva çûyî (21ê Îlonê) bi kefçeyan ketine Avzêmên Mûnzûrê.
Navenda Lêkolînê yên Dêrsimê, bi rêya twitterê ragihandiye û weha nivîsîye: “Digel ku Walîyê Dêrsimê got di xebatên peyzajê da dê mekîneyên karî neyên bikarînan, bi mekîneyên karî ketin Avzêmên Mûnzûrê. Em vê teşebisê wekî êrîşa li dijî cihên me yên pîroz dibinin û gazî birêvebiran dikin ku dev ji vê şaşîyê berdin.”
Avzêmên Mûnzûrê
Avzêmên Mûnzûrê ku di nava tixûbên Pilûra Dêrsimê da ne, ji bo welatîyên alewî pîroz in. Avzêmên Mûnzûrê, bi biryara Lijneya Parastinê ya Erziromê, 17ê Tîrmeha 2003yan wekî Qada Parastî ya Sirûştî ya di Radeya 1. da hatiye tescilkirin.
Naveroka projeye çi ye?
Projeya Peyzajê ya Avzêmên Mûnzûrê di 2018an da hatiye xêzkirin. Ji bo vê projeyê Wezareta Hawirdor û Bajarvanîyê û Ajansa Geşbûna Feratê 8 milyon TL bütçe veqetandine.
Proje bi gotina ku dê “ji bo tûrîzmê vebe”, bi angaşta “gemara dîtbarî ji navê rake”, bi kordîneya Walîtîya Dêrsimê, ji alîyê Ajansa Geşbûna Feratê hatiye amadekirin; di Hezîrana 2019an da ji alîyê Sazgeha Herêmî ya Parastina Hebûnên Çandî yên Erziromê ve hatiye pesendkirin û îhaleya wê 2yê Hezîrana 2020î Şirketa Rengî Înşeat Sen. Tîc. Ltd. standiye. Di 11ê Tebaxê da projeye dest pê kiriye.
Heke ev proje bi dawî bibe, dê Avzêmên Mûnzûrê xera bibin û dihê gotin ku têketina avzêman dê bibe biheq. (TP/AY/FD)