Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Mehmet Sîncar, Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) yê Mêrdînê yê di 4ê Îlona 1993yan de li Êlihê hatibû kuştin,malbat û siyasetmedaran ew li ser gora wî bibîr anîne.
Malbata Sîncarî li gel Omer Ocalan û Îmam Taşçier, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêveberên HDPyê li Qosera Mêrdînê çûne goristanê û bernameya bîranînê pêk anîne.
"Ne em wê dewlet şerm bike"
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di dema bîranînê de Cîhan Sîncar, hevjîna Mehmet Sîncarî axiviye û diyar kiriye ku bi ser qetilkirina hevjînê wê re 27 sal derbas bûne. Sîncarê wiha gotiye:
“Nedîtina kujeran şerma mezin a dewletê ye. Bila ev jî şerma dewletê be ku heta niha qatilên parlamenterê xwe dernexistiye holê. Endamek Hîzbûllahê girtin û gotin qatil e lê ew jî berdan. Çi dikin bila bikin dîtina van qatilan deynê stûyê me ye. Em ji nirxên xwe re deyndar in. Heta ku emrê me têr bike. Emrê me têr neke jî wê zarok û neviyên me hesabê vê yekê bipirsin û wê dest ji dozê bernedin. Bila dengê me here her kesî.”
"Kuştina Sîncarî şermê li pey xwe hiş"
Îmam Taşçier, Parlamenterê HDPê yê Amedê jî gotiye ku heta îro gelek kes di xeta têkoşîna demokrasiyê de bi awayê kiryarên nediyar hatine qetilkirin. Taşçierî destnîşan kiriye ku piştî kuştina Sîncarî li Tirkiyê şermek qewimî û gund hatin şewitandin, însan hatin koçberkirin, bi hezaran kes hatin kuştin û banga rûbirûbûnê kiriye.
Omer Ocalan, Parlamenterê HDPê yê Rihayê jî diyar kiriye ku dijminatiya li ser kurdan didome û ew ê li dijî vê yekê têkoşîna demokrasî û aştiyê biparêz in.
"Fêdeya şer nîne"
Alî Yîgît, Parlamenterê DEPê yê Mêrdînê ku wê serdemê bi Sîncarî re parlamenter bû axiviye û gotiye, ti demê siberoja siyaseta şer nîne û tişta herî rast ew e ku çareserî ji pirsgirêka kurd re were dîtin. (FD)