Fotograf: MA
Mehmet Sevînçê li Girtîgeha Akhîsarê 3yê Nîsanê xwîn çûbû ser mejiyê wî li nexweşxaneyê miriye.
Hatibû îdiakirin ku Sevînç li hicreya xwe ser hişê xwe çûye û dema gardiyan çûne hicreya wî pê hesiyane. Sevînç birine Nexweşxaneya Dewletê ya Akhîsarê, navçeya Manîsayê û ji ber xwîn çûye ser mejiyê wî, doktoran ew emeliyat kiriye.
Mehmet Sevînç ji wê rojê de ye li nexweşxaneyê ye û malbata wî li ber avahiya nexweşxaneyê ne. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, îro saet li derdora 11.00ê de leşkeran ji malbatê re gotiye, Sevînç can daye. Cenazeyê Sevînçî ji bo kirina otopsiyê birine morga nexweşxaneyê.
"Ew avêtin hicreyê û kuştin"
Bêrîvan Sevînç, keça Mehmet Sevînçî gotiye ku bavê wê avêtine hicreya yek kesî: “Bavê min avêtibûn hicreya yek kesî û di wir de ew kuştin. Ti agahiyê nadin me. Çima miriye, çi hatiye serê wî ji me re nabêjin. Xebara mirina wî jî ne doktor leşker tên didin me.”
Ji sala 1992ê ve girtî ye
Mehmet Sevînçê 63 salî di sala 1992ê de li Êlihê hatiye girtin û pişt re ew bi cezayê miebetê ceza kirine. Sevînç heta niha li girtîgehên Êlih, Sêrt, Dîlok, Trabzon, Kandira maye. Herî dawî di sala 2018ê de ew şandine Girtîgeha Akhîsarê. Malbat bi hêceta pandemiyê ev du sal in neçûbû hevdîtina wî. Ji berdana Sevînç re salek û nîv mabû. Ew bavê sê zarokan e û malbata wî li Kocaeliyê dijî.
Herî kêm 59 girtiyên nexweş mirine
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (IHD) (14ê Kanûna Pêşiyê ya 2021ê) daxuyanî dabû û gotibû, “Li girtîgehên Tirkiyeyê 1605 girtiyên nexweş hene ji wan rewşa 604 girtiyan giran e.”
Her weha ji sala 2020an heta niha herî hindik 59 girtiyên nexweş mirine.
Herî dawî di 29ê Kanûna Paşiyê de Mehmet Hanefî Bîlgînê 58 salî ku 30 sal in di girtîgehê de bû, miriye. 5 meh mabû Bîlgîn tehliye biba.
Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede, têkildarî Mehmet Hanîfî Bîlgîn ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê miriye daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Dede, bi bîr xistiye ku bi mirina Bîlgîn ê 30 sal in di girtîgehê de ye hejmara girtiyên di nava 3 mehan de mirine gihiştiye 8an. (FD)