Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mehmet Eymur, Serokê Berê yê Daîreya Kontrteror yê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî(MÎT) û nivîskarê 1em rapora MITê ji T24ê bi rojnameger Gokçer Tahîncîoglûyî re axiviye.
Eymurî têkildarî doza faîlên wan nediyar in ya ku li Enqereyê didome jî zanyarî daye.
Mehmet Eymurî zanyarî derbarê karên “kûr” ên weke Abdullah Çatli, Mehmet Agar, Tansu Çîller, Yeşîl, Sedat Peker, Dogû Perînçek, kuştinên ji aliyê JÎTEMê ve hatine kirin de daye.
Mehmet Eymur, Rêveberê MÎTê yê bere destnîşan kiriye û gotiye “Bi ya min dewlet dikare her tiştî bike. Rewa ye. Lê di nav kar de berjewendî hebe… ‘Ew qas pereyî bide ger tu nede ez ê te bikujim’ mixabin ev mirovana bi vî awayî hatin kuştin.”
Mehmet Agar
Eymurî diyar kiriye ku Fermandariya Koma Têkoşîna bi Terorê re û Îstîxbaratê ya Cendermeyan (JÎTEM) ku dewletê gelek caran ew înkar kiribû, di rastiyê de heye û wiha gotiye: “Elbet JÎTEM rast e. Ez Velî Kuçuk jî baş nas dikim. Karên xelet kirin. JÎTEM eve, ewe filan bêhvan. (Têkildarî doza 18 kesan) Min her tim lîsteyên ji Tarik Umît girt, dan. Kaşîf Kozînoglû yê bi me re dixebitî (Endamê MÎT’ê yê berê ku di doza operasyona Ergenekonê de di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da) yek ji wan kesên ku bi vê komê re xebitî bû. Tabî min rapora van cînayetan girt û li gorî ûsûla wê dan. Li gorî min dewlet dikare her tiştî bike. Rewa ye. Ji bo min wisa ye. Lê heke berjewendî di nava kar de hebe… ‘Ev qas pere bide an ez ê te bikujim’ Mixabin ev mirov wisa hatin kuştin. Gotina min pere nekir. Min ji wê demê ve nivîsand. Kir rapor. Vegot, herkesê bi henekî rica dikir ‘me jî binivîse ku em bilind bin’. Qasî ku min nivîsand Mehmet Agar bi hêz bû. Min ev nivîsandin û kirin rapor. Pir balkêş e…Berjewendî girîng in.”
‘Çîller dizane’
Eymur, ji pirsa Tahîncîoglû ya “Çîller ji van kuştinan agahdar nebû?” jî ev bersiv daye: “Çiller dizane. Lê kî dizane Mehmet Agar çawa pêşkeşî wê dikir? Agar pasaportê û rayeyê dide van.” Eymur, ji pirsa “We Mahmût Yildirim ê bi navê Yeşîl tê zanîn dema ji JÎTEMê hat dûrxistin, girt MÎTê an na? Ew jî bersûcekî ku di nava kuştinên faîlên wan ne diyar de ye… Yeşîl dijî gelo?” jî ev bersiv daye: “Ez nafikirim ku dijî. Ez bi kurê wî re jî axivîm. Bi ya min yek ji wan kesên ku pere belavkirin ew kuştiye. Dema winda bû em gelek li wî geriyan. Me wesayîta wî li Bahçelîevler dît. Ajokarê wî hebû ew jî winda bû.”
Navê Çatliyî din ava tiryakê de ye
Eymur têkildarî Çatliyî jî nirxandin kiriye wiha gotiye: “Bi Çatli re jî niqaşeke min çêbû. Yekê ew anî bû restoraneke li Bebekê. Min jê re got hûn karê tiryakê dikin. Wê demê li derveyî welat dijîn. Ji min re got ‘Ê em mecbûr man, ma em birçî bijîn?’ Min jê re got ma tu nikarî karekî din bikî? Niqaş derket di navbera me de. Komkujiya Bahçelîevlerê ne cînayeteke ku bi destê dewletê pêk hatiye. Ji xwe di nav her karên qirêj de ne. Nûrî Gundeşan (Serokê herêmê yê berê yê MÎTê) ew bi kar anî. Nikarîn tiştekî jî bikin. Çîrokên me ASALA qedand derew e. Bombeyek li bîrdariyeke goristaneke li Fransayê bi cih kirin. Wekî din tiştekî din nîne ku wan kiriye.”
Ji bo tevahiya hevpeyvînê bitikîne.
(AS/AY)