Fotograf: Baroya Stenbolê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Kongreya Baroya Stenbolê ya ku li Navenda Kongreyê ya Halîçê hatibû pêkanîn, bi dawî bûye. 51 hezar û 352 endamên baroyê ji bo rêveberî û serokê xwe yê nû diyar bikin duh di saet 09.00an de çûbûn ser sindoqê.
Di hilbijartinê de 131 sindoq hebûne û dengdan di 17.00an de bi dawî bûye. Piştî ku dengdan bi dawî bûye, hilbijartina dengdan dest pê kiriye û Mehmet Dûrakoglû, serokê heyî 8 hezar û 479 deng bi dest xistiye û dîsa hatiye bijartin.
Di hilbijartinên baroyê de 7 berbijêr hebûne. Mehmet Dûrakoglû, namzetê Koma Parêzerên Hemdem yê Berê Rêgezî 8 hezar û 479 deng, Sezîn Ûçar, namzeta Koma Parêzerên Demokrat yên Azadîxwaz(ODAV) hezar û 661 deng, Gokhan Ahî, namzetê Koma Mafê Parêzeran 6 hezar û 13 deng, Ata Yazicioglû, namzetê Koma Parêzerên Hemdem hezar û 669 deng, Hasan Kiliç, namzetê Koma Ji Nû Ve Bilindbûnê 6 hezar û 155 deng, I. Sadî Çarsancakli, namzetê Koma Parêzerên Serbixwe 952 deng û Kaptan Yilmaz, namzetê Koma Parêzerên Netewperest yên Stenbolê hezar û 87 deng bidest xistiye. Her weha 467 deng jî nehatiye qebûlkirin.
(RT/AY)