Mehmet Dîcle dê di bernameyeka gotûbêjê ya Însiyatîfa Ronakê amade dike de, li ser edebiyata kurdî û berhemên xwe biaxive. Bername dê 19ê meha yekem(Çile, Kanûna Paşiyê) li Morî Cafeyê, siet 16ê be.
Mehmet Dîcle dê di bernamê de çîrokên xwe bixwîne. Dîcle di heman demê de dê berhemên xwe jî îmze bike. Bîlalê Xerzî wê bernamê bi rê ve bibe.
Însiyatîfa Ronakê
Insiyatîfa Ronakê ku xwediyê bernamê ye, ev demek e li ser edebiyat û zanistiyê li Stembolê çalakiyan li dar dixe. Çalakiyên Insiyatîfê zêdetirîn li ser edebiyatê ne . Insiyatîf di heman demê de niha pêşbirkeke xwendinê birêve dibe. Yek ji taybetmendiyên Insiyatîfê ew e ku hemû karên wan bi zimanê Kurdî ye.
Mehmet Dîcle
Di sala 1977an de li Hezroya Diyarbekir hatiye dinyayê. Ji Zanîngeha Stembolê beşa Erdnîgariyê mezûn bûye, li Stembolê dijî. Berhema wî ya yekem Asûs e.
Berhemên wî:
Kitêbên çîrokan ku weşanxaneya Avestayê çap kirine: Nara, Asûs, Ta.
(MB)
Çavkanî: Ronak, Avesta