Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mehmet Demîr, Hevşaredarê Êlihê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ku li şuna wî qeyûm hatibû wezîfedarkirin, hatiye desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Amedê ve hatibû destpêkirin de, Mehmet Demîrî piştî ji avahiya HDPê derketiye, hatiye desteserkirin û ji bo Rêveberiya Emniyeta Êlihê hatiye şandin.
Her weha Demîrî berê bi Songul Korkmaz, Hevşaredara Êlihê, Şehrîban Aydin û Salîh Çetînkaya, Cîgirên Hevşaredarên Êlihê, Şukran Çelebî û Recep Yargi, Hevberdevkê Meclîsa Şaredariya Êlihê, Naşîde Toprak, Hevşaredara Farqînê, Ahmet Kaya, Hevşaredarê Erxeniyê, Mustafa Akkûl, Hevşaredarê Gêlê û Belgîn Dîken, Hevşaredara Yenîşehîrê re hatibû desteser kirin û serbest hatibû berdan.
Li heman êvarê Wezareta Navxweyî qeyûm tayînî şaredariyên Êlihê, Erxeniye, Licê, Farqîn, Norşîn, Gêlê, Halfeliya Îdirê û bajarokê Civanîka Sêrtê kiribû.
Demîrî di 26ê Hezîrana 2020an de di operasyona li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) de bi 41 kesî re hatibû desteser kirin. Piştre ew serbest mabû.(EKN/AY/FD)