Mehmet Atli wê 6ê Çiriya Paşiyê li Stenbolê konserekê bide. Mehmet Atliyê ku bi kurmancî û zazakî stranan distirê wê li navçeya Beşîktaşê, li Navenda Çand û Hunerê ya Suleyman Sebayî pêk were.
Konser wê saet di 20.00ê de destpê bike û li gel Atliyî wê Azat Yilmaz li percusyonê, Haşim Dogûl jî wê li bass gîtarê bide.
Her weha hunermend Kajîn Dara, Dîlan Yeşîlyaprak û Şevval Karadag jî wê bibine mêvanê konserê û bi Atliyî re derkevin ser dikê. (FD)