Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ve hatiye destpêkirin. Her weha bi îdiaya ku kes teşwîqî behîsên derqanûnî kirine, stranbêj Serdar Ortaç û pêşkêşvan Mehmet Alî Erbîl jî di nav de ne, derbarê 20 gumanbaran de biryara desteserkirinê hat dayîn.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di çarçoveya lêpirsînê de fenomenên medyaya civakî û hin kesên navdar jî di nav de 20 gumanbar tespit kir.
Di nav gumanbarên ku beşdarî reklamên behîsên neqanûnî bûne de stranbêj Serdar Ortaç, pêşkêşvan Mehmet Alî Erbîl, futbolîstê berê Batuhan Karadeniz, fenomenên medyaya civakî Îbrahîm Yilmaz, Muzaffer Zorbey Erkoçlar, Sefa Caner Sariçam û hemwelatiyê Rûsya û Tirkiyê Aleksander Mensîkof hene.
Di operasyona ku ji aliyê ekîbên Rêvebiriya Emniyeta Stenbolê ve hat lidarxistin de Mehmet Alî Erbîl û Serdar Ortaç jî di nav de 16 gumanbar hatin desteserkirin.
Xebatên polêsan ên ji bo zeftkirina gumanbarên din didomin.
(HA/AY)