Mehmet Akbaşî ji albûma xwe ya nû du stran weşandin. Navê albûma Akbaşî “Muzîk welatê min e” ye û ji vê albüme wî strana bi navê “Însan” û ya bi navê “Rindê” weşand.
Akbaşî di sala 2022yan de li Kölner Philharmonie ya Almanyayê konserek dabû. Stranên ku di dema vê konserê de strane, weke albûm amade kiriye û weşandiye.
Akbaşî ev albûm ji bo girîngiya zazakiyê nişan bide û bale bikişîne li ser xetereya zazakiyê amade kiriye.
“Însan” û “Rindê” du stranên ku Mehmet Akbaşî gotin ji wan re nivîsîne û muzîkên wan amade kirine.
Erdem Altinses produktorê muzîkê yê vê xebatê ye ku Markus Stockhausen, Ömer Avcı, Veit Steinmann, Onur Cicin, Cenk Şanlıoğlu, Yavuz Duman, Nurullah Turgut bi enstrumanên xwe, Anush Nazaryan û Zelal Cengizhanê jî bi dengên xwe reng dane wê.
(FD)