Fotoğraf: Mehmet Akbaş / Twitter
Mehmet Akbaş wê li bajarê Almanyayê Kolnê konserekê bide. Konsera Akbaşî wê 2yê Tîrmeha 2022yê, li yek ji salonên girîng ên Almanyayê Koln Philharmonieyê pêk bê.
Akbaş di vê konserê de wê di konsera xwe de stranên kurmancî, zazakî û soranî, her weha tirkî û çendîn zimanên din bistirîne.
Konser li gorî saeta Almanyayê saet di 20.00ê destpê bike. Kesên mîna Erdem Altinses, Cenk Şanlioglû, Omer Avci, Onur Cicin, Mehmet V. Yamalak wê bi enstrumanên xwe, Anush Nazaryan û Zelal Cengizhan jî wê bi dengên xwe hevkariya Akbaşî bikin.
“Divê piştgiriya van konseran bê kirin”
*Fotograf: www.koelner-philharmonie.de
Akbaşî ji ber ku wê li Kolner Philharmonieyê konserê bide diyar kir ku “Ji bo kesên mîna min, yên ji bilî xwe ti careyek ji bo wan nîne, ne deskeftiyên hêsan ni. Civaka ku ez nûnertiya wê dikim, li cîhanê ne xwedî statu ye, ev jî normal e ku me her carê dixe rewşên zehmet de.
"Beriya her tiştî divê civaka me piştgiriya van destkeftiyan bike ku deriyên bi vî rengî ji bo me û nifşê piştî me re vekirî bimînin. Bi salan e ez hest pê dikim ku bi tenê me û bêkes im. Di 18ê Hezîranê de dîsa li Bonn Operahausê ez ê di projeyeke din de weke solîst derkevim ser dikê. Xebatên bi vî rengî divê ne weke konserên ji rêzê werin qebûlkirin. Ev ne karekî wiha ye ku bi tenê li ser pişta me be." (FD)