Fotograf: Hesabê Twîtterê yê Mehmet Agar
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Dadgeha Îstinafê biryara beraetê ya ku di doza kuştinên faîlên wan nediyar in a Enqereyê de ji bo bersûcan ku Mehmet Agar, Wezîrê Navxweyî yê berê jî di nav de ye , hatibû dayîn, betal kiriye. Agar û bersûcên din wê ji nû ve bên dadkirin.
Li gorî ku ji T24ê Gokçer Tahîncîoglûyê ragihandiye, biryara beraetê ya ku têkildarî doza kuştina 19 kesan ku di salên 1990î de pêk hatibû, betal bûye. Di dozê de 19 bersûc dad dibe.
Daxûyaniyên Sedat Pekerî
Sedat Pekerê ku weke serkirdeyê rexistina sûcan tê tawanbarkirin, duh derbarê Mehmet Agar, Wezîrê Navxweyî yê berê de weha gotibû:
“Çend kes bi vî awayî çû. Ev Mehmet Agar heya Mehmet Agar, dema midirê emniyete bû hevalên wî yê herî nêzîk Behçet Canturk, Huseyîn Baybaşîn, Savaş Bûldan… Tevahî kesên ku kare madeyên hişbir dike hevalên wî ne. Dibêjin ya karsazên Kurd, naxêr karên madeyên hişbir dikirin, ji hemûyan pere werdigirt. Hemû karên wan çareser dikir. Herî dawî tevlî siyasete bû, xeyal serokomarî bû, çîrok weha ye. Zilam ji bo ku rabirduya xwe paqij bike lîste pêşkeşî MGKyê kir. Wê demê Tansû(Çîler) xanimê ew îkna kir. Piştre dest bi kuştina hemûyan kir. Ji bo rabirduya xwe paqij bike ev kir.”
Çi bûbû?
Salên 90an gelek karsaz û nivîskar hatibûn kuştin. 20ê Kanûna Pêşiyê ya 2013ê doz hatibû vekirin.
Bersûcên dozê; Mehmet Ağar, İbrahim Şahin, Korkut Eken, Ayhan Çarkın, Ayhan Akça, Ziya Bandırmalıoğlu, Ercan Ersoy, Ahmet Demirel, Ayhan Özkan, Seyfettin Lap, Enver Ulu, Uğur Şahin, Alper Tekdemir, Yusuf Yüksel, Abbas Semih Sueri, Lokman Külünk, Mahmut Yıldırım, Nurettin Güven, Muhsin Korman bi kuştina Abdülmecit Baskın, Namık Erdoğan, Metin Vural, Recep Kuzucu, Behçet Cantürk, Savaş Buldan, Haci Karay, Adnan Yıldırım, İsmail Karaalioğlu, Yusuf Ekinci, Ömer Lutfi Topal, Hikmet Babataş, Medet Serhat, Feyzi Aslan, Lazem Esmaeılı, Asker Smıtko, Tarık Ümit, Salih Aslan ve Faik Candan têne sûcdarkirin.
(DŞ/AS/AY)