Mehkemeya Demîrtaşî taloqî 3yê Çiriya Pêşiyê bûye
![Mehkemeya Demîrtaşî taloqî 3yê Çiriya Pêşiyê bûye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/200/280/original/dem1.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
4emîn dadgeha hevserokê kevîn ê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaşê ku girtî dihate dadgehkirikirin li Kampusa Sazîyên Ceza û İnfazan a Sincanê ya Dadgeha Cezayê Giran a 19. a Ankarayê hatiye kirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Demirtaş bi rêya (SEGBİS) Sistema Înformatîk a Deng û Ditbarîyê beşdarî dadgehê bûye.
Parêzerên Demirtaşî beşdarî dadgehê nebûne û daxwaznameya xwe yî hincetê gihandine dadgehê.
Dadgehê li gor isûlê, ewraqên ku dadgeha berê hatine dosyeya Demîrtaşî xwendine û mafê xweparastinê dane wî.
Li gor nûçeyê Demirtaşî xwestiye li dadgeheke ku parêzerên wî jî hazir bin xwe biparêze û wî bi xwe xwestiye ku dadgeh bê taloqkirin.
Dadgehê biryar daye ku Demirtaş weke berê girtî bê dadgehkirin.
Dadgeha din taloqî 3yê Cotmehê bûye. (PT/VU/FD)