Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Xebatkarên IZBANê(Rêyên Hêsinî yên Nava Bajarî) ji ber ku li gor daxwaza wan mehaneya wan nehatibûû zêdekirin dest bi grevê kiribûn.
Şaredariya Izmîrê mehaneya xebatkarên Metroya Izmîrê ji sedî 25 zêde kiriye.
Li gor îdiayan heke mehaneya xebatkarên metroyê li gor daxwaza wan nehatiya guhertin wan jî dê dest bi grevê bikira.
Greva IZBANê
Karkerên, Sîstemên Banlioyê yên Izmîrê(IZBAN) 10ê Kanûna Pêşiyê dabû zanîn ku wan dest bi grevê kiriye.
(Sîstemên Banlioyê: Sîstemên Trênên di navbera navenda bajarekê û derdora wê de rêwîyan vediguhezin in.)
Bixwîne - Karkerên IZBANê dest bi grevê kiriye
Sendîkaya Karkerên Rêya Hêsinî(Demiryol-Îş) diyar kiriye ku wan xwestiye mehaneyên wan ji sedî 19,43 zêde bibe lê ev daxwaza wan nehatiye qebûlkirin li ser vê yekê wan dest bi grevê kiriye.
(OI/HA/MB)