Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
bianetê bi hevkariya Rêxistina Sînornenas(Şaxê Almanyayê) Projeya Çavdêrîya Li Xwedîtîya Medyayê ya 2018ê nû kiriye.
Yekem beşa vê projeyê sala 20016ê hatibû temamkirin û weşandin.
10 çavkaniyên medyayê
Li gor jimara şopîneran 10 çavkaniyên medyayê yên malper, radyo, TV û rojnameyan ev in: Ev lîste li gor daneyên Çiriya Paşiyê ya 2018-Adara 2019ê hatine amadekirin.
Rojname: Sabah (Kalyon), Hürriyet (Demirören), Sözcü (Estetik), Posta (Demirören), Milliyet (Demirören), Türkiye (İhlas), Yeni Şafak (Albayrak), Takvim (Kalyon), Güneş (Türk Medya), Akşam (Türk Medya)
Radyo: Kral Fm (Doğuş), TRT (Devlet), Radyo 7 (Hayat Görsel Yayıncılık), Show Radyo (Show Radyo Yayıncılığı), Radyo 1 (Devlet), A haber Radyo (Turkuvaz), Radyo D (Demirören), NTV Radyo (Doğuş), CNN Türk radyo (Demirören), TGRT FM (İhlas).
Televizyon: ATV (Kalyon), FOX TV (Fox Yayıncılık), Show TV (Ciner), Star TV (Doğuş), Kanal D (Demirören), TRT 1 (Devlet), Kanal 7 (Hayat Görsel Yayıncılık), A Haber (Kalyon), NTV (Doğuş), CNNTÜRK (Demirören).
Malperên nûçeyan: sabah.com.tr (Kalyon), haberturk.com (Ciner), haber7.com (Hayat Görsel Yayıncılık), sozcu.com.tr (Estetik), ntv.com.tr (Doğuş), memurlar.net (MN Yazılım), ahaber.com.tr (Kalyon), takvim.com.tr (Kalyon), bloomberght.com (Ciner), cumhuriyet.com.tr (Yeni Gün Haber Ajansı)
Rêza Tirkiyeyê
Li gor Lîsteya Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Dinyayê ku RSFyê(Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas) amade kiriye, Tirkiye ji bo azadiya çapemenitê di rêza 157ê de ye. Sala 2016ê di rêza 151ê de bû. Sala 2017ê di rêza 155ê de bû.
21 mêr û sê jin
Xwediyên 21 şirketan mêr in û yên sê şirketan jin in.
Ne zelal e
Lijneya Çapemenî û Îlanan eşkere nake ka ew ji bo îlanên fermî û daxuyaniyan çi qasê dide kîjan şirketê. Wê diyar kir ku ev yek nehênîyeka ticarî ye.
Desthilatgirî
Li gor rapora MOMê ji bilî îstisnayan saziyên medyayê yên sereke nêzîkî hikûmetê ne. Ji 10 rojnameyên herî zêde têne firotin neh nêzîkî hikumetê ne: Hürriyet, Posta, Milliyet (Demirören), Sabah ve Takvim (Turkuvaz/Kalyon), Akşam, Güneş (Türk Medya). Yeni Şafak (Albayrak), Türkiye (İhlas).
Ji 10 rojnameyan bi tenê Sozcu ne nêzîkî hikûmetê ye.
Ji 10 televizyonên herî zêde têne temaşekirin 7 TVyên nêzîkî hikûmetê ne.
Koma MOMê |
Nadire Mater, Seroka Lijneya Birêvebir a Weqfa Ragihandinê ya IPSyê İlker Gökhan Şen (Hiqûqa medyayê), Sinem Aydınlı - Wergêr (MOM 2018) |