Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) di 20ê Adarê de Peymana Stenbolê betal kiribû ku navê wê yê fermî “Peymana Konseya Ewropayê ya ji bo pêşiyê li tundkariya li ser jinan û tundkariya li nava malê bigire û têkoşîna li dijî van” e.
Biryara betalkirina Peymanê di 1ê Tîrmeha 2021an de kete meriyetê. Jinan ji roja ku Erdoganî ew biryar da heta niha her li dijî vê biryarê derdiketin. Duh jî ji bo bibêjin “Em dest ji Peymana Stenbolê bernadin” derketin kolanan. Medyaya cîhanî bi van gotinan behsa têkoşîna jinan a li Tirkiyeyê kiriye.
Al Jazeera: Têkoşîn didome
Al Jazzerayê di nûçeya xwe de wiha behsa mijarê kiriye:
“Digel ku mafparêzan di şerekî girîng de têk çûne, hejmareke zêdetir ji jinan ji her demê bêhtir behsa Peymana Stenbolê dikin û bêhtir motîve ne ji bo tiştê ku nûnertiya wê dike biparêzin.
DW: Hîna hêviya jinan heye
Deutsche Welleyê di nûçeya xwe de gotiye, jinparêz, parêzer û fîgurên mixalefetê li Tirkiyeyê hîna bi hêvî ne ku wê bikaribin biryara betalkirina ji peymanê ji holê rakin.
The National: Polîsan midaxeleyeke giran kirine
The National Newsê di nûçeya xwe de gotiye ku “Protesto, digel midaxeleya giran a polîsan heta derengê şevê domiyane.”
CNNê di nûçeya xwe de wiha nivîsandiye: “Parazvanên peymanê û yasayên peywendîdar, dibêjin pêwîstî bi pêkanîneke xurtir heye. Lê geek mihafezekarên li Tirkiyeyê û di AK Partiyê ya îslamîstan Erdoganî, dibêjin peyman derbeyê li malbatan dixe ku malbatê diparêze.”
Kanalê her weha diyar kiriye ku ev biryara rêweberiya Tirkiyeyê, welat ji Yekîtiya Ewropayê dûr dixe.
Reuters: Bi hezaran keş beşdar bûn
Reutersê bi van gotinan behsa xwepêşandanan kiriye: “Ji hezarî zêdetir xwenîşandarên ku bêhtir jin bûn, di nava komeke qerebalix a polîsan li navenda Stenbolê xwenîşandanek li dar xistin û li Îzmîrê, bajarê Egeyê û gelek deverîn din ên welatî jî protestoyên biçûktir bûn.”
(PT/FD)