Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Hêzên Çekdar ên Tirkan(TSK) sê roj in ku dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Medyaya cîhanê ji dema destpêka operasyonê ve nûçeyan li ser bûyerê amade dikin.
FAZ: Fatûreya lihevnehatinê
Di rojnameya Frankfurter Allgemeine Zeitung (FAZ) de hatiye diyarkirin ku:
“Ji ber mûdaxeleya Tirkiyeyê li Sûriyeyê kirî, têkiliyên Washingtonê û Enqereyê dê nebaş bibin. Ev yek di berjewendiya Moskovayê de ye. Ji bo Kurdan her ew rewşa ku bi sedsalan e heye dê dewam bike. Fatûreya lihevnehatin û dijminatiya di navbera dewletên mezin de li kurdan tê birîn.”
Neue Osnabrücker: dîmenek têra xwe xerab e
“Erdoganî dest bi êrîşeka li ser kurdên li bakurê Sûriyeyê kiriye ku Erdogan ji wan nefret dike.”
Independent: Paşeroja kurdên Rojavayê li ser mûyî ye
Nûçegihanê rojnameya Brîytanyayê ya bi navê Independent di nûçeya xwe de nivîsîye:
“Paşeroja cihê ku kurdên Sûriyeyê wek Rojava bi nav dikin li ser mûyî ye. DYA di sala 2014ê de dema DAIŞê Kobanî dorpêç kirî piştgiriya kurdan kiribû.
“Ketina Efrînê dê bê wê wateyê ku Amerîka ne di wê rewşê de ye ku kurdan biparêze an jî naxwaze.
Çi bûbû?
Hêzên Çekdar ên Tirkan, TSKyê bi daxuyaniyekê di 20ê Kanûna Paşiyê ya 2018ê de ragihand ku wan dest bi operasyoneka li ser Efrînê kiriye. Navê operasyonê "çiqilê zeytûnê" ye. TSKyê "ji 108 baregehên PKK/YPGyê(Partiya Karkerên Kurdistanê/Yekîneyên Parastina Gel)" dane.
Di 21ê Kanûna Paşiyê de berdevkê Yekîneyên Parastina Gel, Birûsk Hesekê ji Reutersê re gotiye: "9 kes mirine; 6 ji wan siîl in û 3 şervan in."
6 hezar û 400 leşkerên TSKyê beşdarî operasyonên bejayê û hewayî bûne.
Navenda Çavdêriya Li Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR), di 21ê Kanûna Paşiyê de da zanîn ku di operasyonan de 11 sivîl mirine.
Jîm Mattis Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê derbarê operasyona li ser Efrînê axivî û got:
“Tirkiye endamê NATOyê ye. Yekane welatê NATOyê ye ku di nava sînorên wê de berxwedaneke çalak heye. Û di mijara ewlehiya wê de metirsiyên Tirkiyeyê yên rewa hene.”
Îro roja sêyem e ku operasyon didome.
(PT/MB)