Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Civata Giştî ya Meclîsê (TBMM) duh (6ê Çiriya Pêşiyê) di civîna xwe de gotûbêja Peymana Îklîmê ya Parîsê kiriye.
Tirkiye yek ji 197 welatan bû ku di sala 2015an de peyman îmze kiribû. Peyman di sala 2016an de ketibû meriyetê lê Tirkiye tevlî Erître, Îran, Iraq, Libya û Yemenê ev peyman nepejirandibû. Her weha tekane welat bû ku, endamê civata G20an bû.
Duh li Komîsyona Karûbarên Derve ya TBMMYê pêşnûmeqanûn bi yekdengî hatiye qebûlkirin û şandine Civata Giştî. Li vir jî bi 353 dengan hatiye pejirandin.
Peymana Îklîmê ya Parîsê
Peyman ti hedefan nade ber welatan da ku kêmbûnê pêk bînin lê welatên ku peyman îmze kirine bi îradeya xwe, danezaneke tevkariya netewî diyar dikin û li gorî vê danezanê divê nehêlin germahiya cîhanî bikeve bin 2 pileyan, heta pile û nîvê. Dîsa hedefekî datîne pêş xwe da ku ew û welatên hevbeş bi hev re ji bo vê armancê kar bikin.
Ji welatên ku pêşketiye dixwaze piştgiriya teknolojî û darayî bide welatên pêş dikevin.
Danezana Tirkiyeyê
Tirkiyeyê Danezana Tevkariya Netewî ya ku Nîyet Dike, pêşkêşî Sekreteryaya Neteweyên Yekgirtî kiribû. Li gorî vê danezanê Tirkiyeyê gotibû ku di sala 2012an de emîsyonên gaza serayê, li ser hev 430 milyon ton e û di necama tedbîrên kêmkirinê de, wê di sala 2030î de bibe 929 milyon ton. Yanî bi gotineke din Tirkiyeyê qebûl nekir ku wê emîsyonan kêm bike, lê qebûl kir ku dibe bi qasî du qatan zêdetir bike.
Tirkiyeyê bi vî hiştî got ku ger qet tedbîr neyên wergirtin wê emîsyon di sala 2030an de bibe milyar û 175 ton, lê li gorî danezanê wê emîsyonê di 929 milyon tonî de bihêle. Ev danezan bi gotina “ji zêdebûnê wê bi qasî ji sedî 21ê kêm bike” aşkere kir. Di nava planên fermî yên Tirkiyeyê de jî ti hedefek nîne ku emîsyona gaza serayê piştî sala 2030î jî kêm bike. (KÖ/FD)