Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Giştî ya Meclîsê pêşniyarnameya ji bo leşkeriya bibedel qebûl kiriye. Bi vê yekê pêşniyarname bûye qanûn.
Di pêşniyarnameya yekem de hatibû plankirin ku ew kesên ji beriya 31ê Kanûna Pêşiyê ya 1993yê hatîn dinê dê bikarin leşkeriya bibedel bikin. Meclîsê beşeka pêşniyarnameyê guhertiye. Li gor qanûnê ew kesên ji beriya 1ê Kanûna Paşiyê ya 1994ê hatîn dinê dê bikarin leşkeriya bi bedel bikin.
Bedelê leşkeriyê dayina 15 hezar TL(Lîreyên Tirkan) û beşdariya 21 rojên perwerdeya leşkerî ye.
Ew kesên li derveyî Tirkiyeyê dijîn dê 2 hezar Euroyan bidin. Ji bo wan kesên li derveyî Tirkiyeyê yek ji şertan ew e ku divê ya kêm sê salan li derveyî Tirkiyeyê mabin.
*Li Tirkiyeyê her welatîyê(mêr) bûyî 20 salî mecbûr e di artêşa dewletê de bibe leşker. Ew kesên zanîngeh xwendîn 6 mehan leşkeriyê dikin. Ew kesên zanîngeh nexwendîn 12 mehan leşkeriyê dikin. Leşkeriya bibedel, ew şêweyê kirina leşkeriyê ye ku bedelek li şûna çûna leşkeriyê tê dayin.
(HA/MB)