Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Otîstîkan a Tirkiyeyê ya ku 118 rêxistinên civaka sivîl endamên wê ne, bi sernavê “Perwerde mafê her zarokî/ê ye” daxuyaniyeke nivîskî weşandiye.
Meclîsê di daxuyaniya xwe de gotiye, li gorî Destûra Bingehîn û yasayên netewî û navnetewî, divê her zarok bi rengekî wekhev, bêyî cidakarî lê were kirin, hemû şert û mercên hewce bê kêmasî pêk bên û li gorî pîvanên wekheviyê perwerdeyê bibînin. Meclîsê di dewama daxuyaniyê de diyar kiriye ku lê digel hemû piştevaniyên yasayî, hîna jî pirsgirêkên esasî yên zarokên otîstîs dewam dikin.
Meclîsa Otîstîkan a Tirkiyeyê bi van sernavan behsa pirsgirêkên bingehîn kiriye:
- Di qebûlkirina dibistanan de pirsgirêk û cidakarî
- Saetên perwerdeyê yên navendên rehabîlîtasyonê kêm in
- Mafê li hev guncandinê tê binpêkirin û pirsgirêkên beralîkirina ber bi navendên lêkolînê yên rehabîlîtasyonê
- Derçûyên perwerdeya taybet hene lê kesên ji kursên demkurt perwerde dîtine, tên dersan didin
- Kelûpelên pewrdeya taybet him kêm in him jî naveroka wan lawaz e
- Navendên Lêkolînê yên rehabîlîtasyonê nikarin çaresiriya van pirsgirêkan bibînin
- Pirsgirêkên serwîsan çareser nabin
- Havînan tiştên xerabûne çênakin lê dema dibistan vedibin dest bi van karan dikin û gelek mijarên din
(AÖ/FD)