Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Nûneran a DYAyê îro li ser dosyeya jikardûrxistina Donald Trump, Serokê DYAyê, civiya û biryar da ku dosyayê bişînin Senatoyê.
Li gorî nûçeya beşa kurdî ya Dengê Amerîkayê, qanûndanerên amerîkî bi 228 dengên erê beramber 193 dengên na biryar da ku her du xalên jikardûrxistinê bişînin pêş senatoran.
Meclîsa Nûneran bi sedema ku Serok Trump hêz û desthilata posta seroktîya DYAyê, ji bo armancên nerewa û ji bo bidestxistina berjewendîyên şexsî bi kar anîye û karê Kongreyê asteng kiriye, jikardûrxistina wî pejirandibû.
Li ber e ku Meclîsa Senatoran di hefteya bê de dest bi peyvajoya darizandinê bike. Di Kongreyê de hejmara Komarparêzan zêde ye ji ber wê ne çaverê ye ku Trump ji kar were dûrxistin.
Pêvajoya ezilkirinê
Di meha Tîrmehê de Serokê DYAyê Donald Trump û Serokdewletê Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiyî bi rêya telefonê bi hev re axivî bûn. Ev hevdîtin bûbû sedem ku Demokratên di Kongreya Amerîkayê de li dijî Trump lêpirsînê bidin destpêkirin.
Hatibû îdiakirin ku Trump di vê axavtinê de ji Zelenskiyî xwestiye der heqêkurê Joe Biden, namzedê namzediya serokatiyê yê ji Partiya Demokratan lêpirsînê veke. Trump jî li ser van îdiayan gotibû ku xeberdana wî û Zelenskiyî bi temamî li gor rêzik û qaîdeyan bû û wiha axivî bû: "Ne girîng e ku min bi Zelenskiy re çi xeberda. Divê hinek li ser Bîdenî lêkolînê bikin."
Herwiha li gorî çapemeniya Amerîkayê, Trumpî ji serokê Ukraynayê re gotiye ku heger hûn li ser Bîden û malbata wî lêpirsînê vekin, ew ê alîkariyê bide wan û li ser van îdiayan Demokratan lêpirsîna ezilkirinê dane destpêkirin. Trumpî jî gotibû ku beriya axaftina têlefonê, alîkariya bi 400 milyon dolarî ya ji bo Ukraynayê hatibû sekinandin.
Qesra Spî jî qeyda axaftinê ya nivîskî parve nekiribû û îdia kiribû ku eleqeya mijara alîkariyê û xeberdana telefonê bi hev ra nîne. (TP/FD)