Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Nûneran a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi tohmeta “hiştiye civak serî hilde” biryar daye ku Donald Trump ji kar were dûrxistin.
Trump weke berpirsiyarê sergirtina Kongreyê tê qebûlkirin ku di 6ê Kanûna Paşiyê de pêk hatibû.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA) li Meclîsa Nûneran li hember 197 dengan bi 232 dengan ev biryar derketiye. 10 parlamenterên Komarparêz jî xwestine Trump ji wezîfeyê were dûrxistin.
Cada duyem e ku ew tohmet dikin
Di Kanûna Pêşiyê ya 2019an de jî Donald Trump ji ber axavtineke xwe ya bi rêya telefonê ya bi Vladimir Zelenskiy, Serokdewletê Ûkraynayê hatibû tohmetkirin. Meclîsa Nûneran ew tohmet lê kiribû lê Senatoyê ev biryar nepejirandibû.
Di dîroka DYAyê de Trump bûye yekem serok ku du caran li ser hev tê tohmetkirin û daxwaz tê kirin ku ji wezîfeyê were dûrxistin.
Senato wê biryarê bide
Piştî biryara Meclîsa Nûneran niha çav li ser Senatoyê ye ku wê biryara dawî bide. Li gorî yasayan ji sêyan dua para 100 Senatorî divê dengên erê bidin. Yanî li gorî vê rewşê divê 67 senator dengên “erê” bidin. Li Senatoyê hejmara Komarparêzan zêdetir e.
Lê li gorî nûçeyên di medyaya DYAyê de hatine weşandin, hîna ne diyar e bê wê ev civîn kengî çêbibe.
Di 3yê Çiriya Paşiyê ya 2020an de li DYAyê hilbijartin çêbûbû û Joe Biden, namzetê Demokratan bi ser ketibû. Biden wê di 20ê Kanûna Paşiyê de weke Serokê DYAyê dest bi wezîfeyê bike. (EKN/FD)