Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Pêşnûmeqanûna toleyan a ji bo Tirkiyeyê li Meclîsa Nûneran a DYAyê bi 403 dengan hatiye qebûlkirin. Tenê 16 endamên Meclîsê li hemberî pêşnûmeqanûnê derketine.
Piştî ku operasyona Tirkiyeyê ya li Rojavayê dest pê kiribû Eliot Engel, Serokê Komisyona Karûbarên Derve yê Meclîsa Nûneran û Mike McCaul, nûnerê Meclîsa Nûneran ê Komarparêz pêşnûmeqanûn amade kiribûn û pêşkêşî Meclîsê kiribûn. Pêşnûmeqanûn beriya pêşkêşî Donald Trump, Serokê DYAyê bê kirin divê li Senatoyê jî were hilbijartin.
Gus Bilirakis, Parlamenterê Komaparêz derbarê pêşnûmeqanûnê de axiviye û destnîşan kiriye ku “ji ber êrîşa dewleta tirkan a li dijî hevalbendê wan ên kurd bi fikar in” û destnîşan kiriye ku divê rê nedin binpêkirinên mafên mirovan ên bi destê dewleta tirkan tên kirin.
Pêşnûmeqanûn toleyan ji bo rayedaran dixwaze
Di pêşnûmeqanûnê de pêkanîna toleyan ji bo Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdogan, Alîkarê Serokkomar Fûat Oktay, Wezîrê Berevaniya Netewî Hûlûsî Akar, Wezîrê Karûbarên Derve Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Fatîh Donmez, Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak û Wezîra Bazirganiya Rûhsar Pekcanê dixwaze.
Di pêşnûmeyê de her weha ji bo wan kes û şîrketên ku çek û kelûpelên leşkerî difiroşin artêşa tirkan jî tole tên ragihandin.
Wê li Senatoyê jî dengdan pêk were
Ji bo ku pêşnûmeqanûn weke yasayekê were qebûlkirin divê Senato jî bipejirîne. Paşê jî Donald Trump, Serokê DYAyê îmze bike.
Lê heke di dema dengdayîna li Senatoyê de encam weke ya Meclîsa Nûneran be bêyî ku biçe ber destê Trumpî wê bi encam bibe û bibe yasa. (TP/FD)
Çavkanî: VOA kurdî, Rojnews
Fotograf: AA