Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî daxuyandiye ku heke Tirkiye peymanê binpê bike ew ê gelê xwe biparêze.
Berdevkê meclîsê, Mihemed Hac Mehmûdî eşkere kiriye ku li gor peymana digel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hatî îmzekirin HSDyê(Hêzên Sûriyeya Demokratîk) çekên xwe teslîmî Meclîsa Leşkerî ya Grê Spî kiriye û heke pêwîst be ew ê gelê xwe biparêze.
“Armanca me parastina ewlehî û aramiya herêmê ye û astengkirina zerer û zîyanan e.”
Mehmûdî da zanîn ku heke Tirkiye peymanê binpê bike armanca wan a sereke dê parastina gelê xwe be.
(PT/MB)