Meclisa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê(HEDEP) di çarçoveya 25ê Çiriya Paşiyê Roja Têkoşîna li Dijî Tûndkariya li Ser Jinan ya Cîhanê de wê li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê bi diruşma "Em dest jê bernadin, em li her derê ne" dest bi çalakiyan xwe bike.
Meclisa Jinan diyar kiriye ku ew ê di nav çalakiyên Tevgera Jinên Azad (TJA) yên li Herêmê û platform û rêxistinên femînîst ên jinan li rojavayê Tirkiyeyê de jî cih bigire.
Li gorî nûçeya JINNEWSê Meclisa Jinan a HEDEPyê wê di 20ê Çiriya Paşiyê de li ber Girtîgeha Sîncanê ya ku Doza Kobanê lê tê lidarxistin, dest bi çalakiyên xwe bike. Meclisa Jinan a HEDEPyê bi destpêkirina bernameyên xwe wê peyama em bi jinên ku di Doza Kobanê de tên darizandin re ne bide.
Ji bo 25ê Çiriya Paşiyê Platforma Koma Meclisa Jinan a HEDEPyê jî ji bo jinan dê bê terxankirin.
Hevseroka Giştî ya HEDEPyê Tulay Hatimogûllari dê tev li çalakiya Dayikên Şemiyê bibe.
Her wiha wê Hatimogûllari bi jinên mexdûrên erdhejê re li Hatayê hevdîtinê bike.
(EMK/AY)