Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê Aysel Tugluk a ku di Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê de dimîne û kêşaye wê ya jibîrkirinê heye û nikare di girtîgehê de bimîne daxuyaniyek nivîskî weşandiye. Jinan pirsiye ku Tiştên hûn tînin serê Aysel Tugluk tola çi ye?
Meclîsa Jinan diyar kiriye ku li ser daxwaza Tûglûkê wan hewil dane ku nexweşiya Tûglûkê bi raya giştî re parve nekin lê belê ji ber ku her diçe rewşa wê xiraptir dibe wan pêdivî pê aniye ku daxuyaniyê bidin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku li dijî bêdengiya rayedaran nerazîbûn zêde dibe û wiha hatiye gotin:"Li gorî raporên pisporan ev nexweşî ji bo Ayselê di girtîgehê de bimîne asteng e. Nexweşiya Ayselê ji ber ku her diçe xiraptir dibe, jiyana wê dixe metirsiyê. Hinek sedemên sereke yên bûye sedema pirsgirêka jibîrkirina Ayselê hene ew jî polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û dijminatiya dewletê ya li dijî kurdan e. Her wiha ATK dibêje dikare bi tena serê xwe jiyana xwe dewam bike. Ev biryara ATKê jî siyasî ye."
Li dijî siyaseta mirinê siyaseta jiyanê
Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin ku Ayselê jiyana xwe daye têkoşînê û wiha hatiye gotin:"Aysel Tugluk dema parêzertî dikir li ku derê binpêkirina mafan heba direviya wê derê. Têkoşîna wê ji jinan re bûye feyz. Gotina "Ji bo Aysel Tugluk Edalet" li dijî siyaseta mirinê ya îktidarê parastina siyaseta jiyanê ye. Em bang li Wezareta Dadê dikin û em dibêjin bila demildest Ayselê bê azadkirin. Em bang li jinan dikin ku li dijî siyaseta mirinê siyaseta jiyanê em biparêzin."
Çi bûbû?
Aysel Tûglûk di 29ê Kanûna Pêşiyê ya 2016an de dema Alîkara Hevserokê Giştî yê HDPyê bû tevlî 7 siyasetmedarên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) hatibû girtin.
Îdianame ji bo wê hatibû amadekirin ku tê de daxuyaniyên wê yên dabû çapemeniyê û beşdarbûna wê ya li cenazeyan ên di dema ku Hevseroka KCDyê bû, weke delîl hatibûn nîşandan.
17em Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê di 16ê Adara 2018an de 8 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû. Dadgehê li gorî Qanûna Dijterorê ya hejmar 3713ê cezayê wê bi qasî dua qatan zêde kiribû û ew bi 12 salan ceza kiribû. Her weha li gorî heman biryarê ji 6an 1ê cezayê wê kêm kiribû û di encamê de 10 sal cezayê girtîgehê li Tûglûkê birîbû.
Parêzerên Tûglûkê serî li Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Enqereyê dabûn lê dadgehê daxwaza wan qebûl nekiribû. Parêzeran dosye şandibû Dadgeha Bilind.
Derbarê Aysel Tûglûkê de?
Endama Lijneya Rêveber a Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî û ya Komeleya Mafên Mirovan bû. Yek ji avakarên Komeleya Jinên Welatperwer e.
Endama Avakar a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) e û bûye Hevseroka Giştî ya heman partiyê. Di serdama 23yem de (22.07.2007-31.12.2009) weke parlamentera Amedê hatiye hilbijartin. Di navbera salên 2011 û 2015ê jî ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) weke parlamentera Wanê hatiye hilbijartin. Di heman partiyê de Alîkara Hevserokên Giştî bû ku ji Mafên Mirovan û Hiqûqê berpirsiyar bû.
(AO/AY)