Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di bin sernava “Edalet Ji Bo Jinan” xebata “Ji Xizaniya Jinan re Na” daye destpêkirin.
Li Rêxistina Bajarê Îzmîrê a HDPê daxuyanî hatiye dayîn. Besriye Tekgur, Hevseroka Bajar, Serpîl Kemalbay, Parlamentera Îzmîrê a HDPê û Berna Çelîk, Endama Koordînasyona Jinan a Navendî tevlî daxuyaniyê bûne.
Tekgurê diyar kiriye ku hişmediya baviksalariyê nikare tehemûlî dîtina jinan a di qadên jiyanê de bike û dixwaze jinan di malê de zîndanîkirî bihêle û gotiye:
“Di çarçoveya xebatên ku em bikin de em dixwazin pirsgirêkên jinan di cih de tespît bikin û bibin hêza çareseriyê. Em ê bi jinên kedkar re bên gel hev.”
Tekgur, têkildarî xebatên ku bikin ev agahî parve kiriye:
“* 13ê Nîsanê: Wê serdana jinên ku li tekstîlan bi serê parçeyê dixebitin û jinên roman bên kirin.
* 14ê Nîsanê: Jinên ku dolmeyên mîdyeyan çêdikin, nan li tendûrê dixin, bi awayekî seyar tiştan difiroşin bên ziyaretkirin. Dîsa di heman rojê de wê bi saziyên jinan re li ser xizaniyê civînek bê kirin.
* 15ê Nîsanê: Li Aydinê bi jinên ku li erdên tûfirengiyan û atolyeyan dixebitin bên ziyaretkirin.”
"Qeyrana aboriyê zêde bûye"
Kemal Bayê jî di civînê de destnîşan kiriye ku di hedefa hejariya ku bi pandemiyê re zêde bûye jin e û weha pê de çûye:
“Me wek HDPê bang li desthilatê kir û got, li dijî şewba kovîdê piştgiriya aboriyê bide her kesî û me ev her dem parast. Lê desthilatê guh neda bangên me û qeyrana aboriyê kûr bûye. Bandora vê jî herî zêde li jinan bû.”
(EMK/AY)