Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Jinan ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Ji xizaniya Jjnê re na" îro çûne zozanên navçeya Avkevirê ya Agiriyê û serdana jinên koçer kirine û piştre çûne gundê Zîroya Agiriyê bi jinên kedkar re hatine gel hev.
Ayşe Acar Başaran, Berdevka Meclîsa Jinan ya HDPê, Parlamentera Agiriyê Dilan Dirayet Taşdemir, Parlamentera Stenbolê Oya Ersoy, ji Meclîsa Jinan ya HDPê Mukaddes Erdogdu, ji Koordînasyona Jinan Feray Mertoglu, Tulay Koçak û Hazal Karabey, ji meclîsa partiyê Hatice Akdag û ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Hacer Karaoglan di heyetê de bûne.
Li gorî nûçeya Jînnewsê heyetê piştî li pirsgirêk û daxwazên jinên koçer guhdar kirine derbasî Gundê Zîroyê bûne û li vir bi jinan re sohbet kirine. Jinan diyar kirine ku keda wan nayên dîtin û bertek nîşanî polîtîkaya îktidarê ya li dijî kurdan dane.
Her wiha jinan bal kişandin ser texrîbatên ekolojîk ên li herêmê.
Jinekê bal kişandiye ser pirgirêkan û wiha gotiye:"Em çar xwişk in. Yek li tekstîlê yên din li otelê dixebitin. Li gor perwerde ne tenê li dibistanê ye. Du hebên ji min biçûktir hene. Hem diwînin hem dixebitin. Her der ji bo me cihê perwerdeyê ye. Di warê aboriyê de xizaniyek heye. Li navendê tekstîlek vebû jin çûn lê bixebitin lê servîs tune ye. Li gund esnaf hene ew wan dibin. Di bin buhayê asgariyê de dixebitin. Serê sibehê saet ji 08.00an heta 19.00an dixebitin. Cotkarî bi dawî bû êdî. Sewalkarî bi dawî bû."
Jinan di heman demê de diyar kirine ku HES li gundê wan tê çêkirin û gotine darên wan têne birîn.
(EMK/AY)