Fotograf: Buroya Çapemeniyê ya Jinan a HDPê
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizantiya Jinan Re Na" de, li Enqereyê komxebata "Jin, jiyana nû ya bêasteng ava dikin" pêkaniye.
Ayşe Acar-Başaran, Berdevka Meclîsa Jinan di komxebatê de axiviye û weha gotiye:
“li welatê me daneyên li ser istatîstîkên hejmara astengdaran hema bêje qet nîne. Di destpêka salên 2000î de lêkolînên di vî warî de hebûn. “Li gorî lêkolînekî TUIKê ku di sala 2002an de kiriye ji sedî 12.29ê serjimêriya Tirkiyeyê astengdar in. Têkildarî hejmara jinan ên astengdar tu daneyekê li ber destê me nîne.”
Lê belê em zanin ku gelek kesên astengdar ji derfetên perwerdeyê, kar, ewlehiya civakî, çand û civakê bêpar in, nikarin mafên xwe yên destûra bingehînî bi kar bînin. Ji derfetên jiyaneke birûmet û azad bêpar in."
‘Jin dibin hedefa cihêkariyê’
Başaranê diyar kiriye ku jin hem ji ber astengdariyê hem jî ji ber jinbûyîna xwe dibin hedefa cihêkariyê û wiha pêde çûye: "Bi ti awayî ji mafên destûra bingehînê nikarin sûdê werbigirin. Ne tenê jinên astengdar, hin hemû dibin hedefa cihêkariyê. Ji ber ku jin zarokan tînin dinyayê, jin di vê meseleyê de jî xwe berpirsyar nabîne. Barê jidayikbûna zarokekên astengdar di stuyê jinê de tê hiştin û bi vî rengî jiyan li jinê bêhtir zehmet dibe."
Başaranê aniye ziman ku haya wan ji van hemûyan heye, lewma komîsyona wan a astengdaran beriya çend mehan manîfestoyek weşand û destnîşan kiriye ku bi paradîgmaya nû pêwîstiya wan bi çareseriyê heye.
Ayşe Acar Başaranê axavtina xwe wiha bi dawî kiriye:
"Weke karên me yên din em ê vê mijarê jî li meclîsê, li desteyên pêwendîdar ên partiya xwe weke Meclîsa Jinan hîn bêhtir nîqaş bikin. Em baş zanin ku bi hev re xurttir in û bi piştevanî û têkoşîna jinê dikarin astengiyan ji holê rakin."
(EMK/AY)